Li bazarê kes ji halê heyî neraziye 2020-05-12 09:00:21 AYDIN - Li bazara navçeya Ortaklarê ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê fiyetên zebze û fêkiyan gelekî biha bûne. Hem esnaf hem jî welatî ji ber vê bihabûnê bi gilî û gazinc in.  Li bazara semtî ya navçeya Ortaklar a Aydinê, ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) fiyetên zebze û fêkiyan pir biha bûne. Li bazarê fiyetê xiyaran bi 6 TL, yê patatan bi 6-7 Tl, yê bacanê reş bi 4, yê fasûleyan bi 8, yên firingiyan bi 7, yên çîlekan bi 10, yên mûza bi 16 û yê jîwiyan bi 17 TL'yan ne.    PERE TÊR NAKE    Saniye Demîr (50), anî ziman ku ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin. Demîr, diyar kir ku bi 150 TL'yî hatiye bazarê û got: "Em hatin bazarê her tişt biha bûye. Ez ji her tiştî kîloyekê bikirim perê min têr nake. Qaweta min tuneye 3 kîloyan bikirim. Em nikarin fêkiyan bikirin. Ji xwe kîloya çîlekan bû ye 10, ta sêvan bûye 7 lîre. Em di meha Remezanê de ne û em mecbûr in ji bo fitariyê û sihoran tiştina bikirin. Berê bi 150 TL'yî dihatim min komek tişt dikirî. Lê niha herî kêm divê tu bi 200-300 lîreyî bê bazarê. Lê tuneye. Kar û abr tuneye. Her kes li malê ye."    Emîne Kolayli (47) jî anî ziman ku ji ber vîrûsê her kes di mal de ye û got, dayika 4 zarokan e û betal e. Kolayli, destnîşan kir ku kîloya îsotê bûye 10 TL û got: "Pere tuneye, hebûna me yê bikiriya. Ma ez ê çawa îsotê bikirim? Ji ber vîrûsa coronayê keysperest zêde bûne. Radibin zebze û fêkiyên xirabe didin me. Bazar ketiye destê keysperestan, em nikarin tiştekî jî bikirim. Di hundirê sepeta min de ji tu cureyan pêvtir tiştek tuneye. Goşt tuneye. Bêrîka zengîna tije ye, feqîr jî wisa li holê mane."    GUBRE Û MAZOT BIHA NE    Esnaf Yûsûf Mert ku 25 sal in zebze difiroşe, anî ziman ku ew bi xwe firingiyan datîne. Mert, got: "Em kîloya firingiyan bi 6 TL'yan didin. Lê belê di vê pêvajoyê de em jî zehmetiyê dikişînin. Bi taybetî jî fiyetê gubre û mazotê  biha bûye. Em dixwazin piştgiriya cotkaran bê kirin."    NIKARIN BIKIRIN   Esnaf Nafiye Eryîgît jî anî ziman ku zebze û fêkî pir biha bûne û got: "Ji ber ku îxracat heye em çîlekan bi 10 TL'yan dikirin. Gava fiyet biha dibin em jî ji mecbûrî zêde dikin. Gava wisa dibe gel jî nikare bikire. Ev vîrûs û bihabûn pir bandor li me jî kir. Mesela beriya vîrûsê kîloya bacana bi 4 TL'yan bû, lê niha em bi 6 TL'yan dikirin. Gava fiyet biha bin gel jî nikare bikire."    MA / Esra Solîn Dal