'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e' 2020-05-12 09:10:01 STENBOL - Pisporê Ewlehiya Karî Ozan Kaplan, ji bo karkerên li înşeatan dişixulin û 8-10 kes pev re di konteynerekê de dimînin got, tu wateya navbera civakiyî nnemaye û tê wateya "Nesekine, dewam bike."  Hê jî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê dibe sedema mirina gelek kesan. Li Tirkiyeyê jî her roj bi sedan kes pê dikevin û bi dehan kes jî jiyana xwe ji dest didin. Çendî ku niha tê gotin rewş ber bi "asayîbûnê" ve diçe jî lê hê jî gelek qad û sektor bandorê jê digirin. Hin sektor ji tevdîrên heya niha hatine girtin kêm bandor girtine. Yek ji van sektoran jî înşeat e. Bi sed hezaran karkerên înşeatan ên di şert û mercên nebaş de dişixulin, di dema şewbê de jî nesekinîne hê jî dişixulin.    Li gor rapora cinayetên karî ya Meclîsa Tenduristiya Karî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), di Nîsana borî de 103 jê ji ber Covîd-19'yê herî kêm 220 karker jiyana xwe ji dest dane.    Pisporê Ewlehiya Karî Ozan Kaplan, di dema şewbê de bal kişand ser talûkeya li înşeatan.    TEVDÎR KÊM IN    Kaplan, anî ziman ku tevdîrên li dijî şewbê hatine girtin li gor sektoran û pratîkên xebatê diguherin, lê belê li qadên keda desta yên wekî pîşesazî, înşeat, çandinî hwd. tevdîrên hatine girtin kêm in û ev tevdîr nikarin pêşî li xxetereya şewbê bigirin. Kaplan, diyar kir ku di dema şewbê de Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê kontrolên xwe yên li îneşatan daye sekinandin û got, ev jî tê wateya ku wezareta personelên xwe diparêze.    NAVBERA CIVAKΠ   Kaplan, ji bo talûkeya li înşeatan got: "Li dijî şewbê şantiye bêparastin in, yanî di asteke wisa de ne ku rayedarên wezaretê jî dikarin bandorê jê bigirin."    Kaplan, anî ziman ku bi vî awayî peyama "Nesekine, dewam bike" tê dayîn û got: "Hema bêje ji sedî 80'yê karkeran li şantiyeyan dimînin. 8-10 kes pev re di konteynerekê de dimînin. Li gor qanûnê tev bigerin jî ne mimkun e mirov behsa navbera civakî bike. Ji ber vê jî li van deran tevdîrên tên girtin jî bê wate dimînin."    XETEREYEK MEZIN   Kaplan, anî ziman ku tevdîrên ku divê li dijî şewbê bên girtin wekî ku Rêxistian Tenduristî û Yekîtiya Bijîşkan a Tirk pêşniyar dikin divê navbera civakî esas bê girtin û got: "Lê li fabrîkeyan, li atolyeyan girtina van tevdîran pir nepêkan e. Loma ji xeynî sektorên mecbûrî yênw ekî tenduristî û enerjiyê divê ên din hemû bên rawestandin. Tevdîra herî baş ev e. Di demeke ku li ser hev du tê gotin 'di mal de bimînin' de li xwaringehan, di serwîsan de bi sedan kes li cem hev in û ev jî dibe sedema rîskeke mezin."