Salewext avdaniyê dikin 2020-05-12 09:15:10   MÊRDÎN - Li Nisêbîna Mêrdînê Kendal Şehmûsê ku 7 sal in bi avdaniya erdan debara xwe dike, got: "Em avê ji bîrên ku bi qasî 400 metrî kûr in dikişînin. Em avdaniya kîjan erdî bikin, em mala xwe jî dibirin wir."    Cotkarên li Deşta Mezopotamyayê çandiniyê dikin, hindik mane debra ewil rakin Cotkarên li beriya Mêrdînê, salê 2 caran çandiniyê dikin. Destê ewil nok, genim, ceh û nîskan datînin û di meha Heîranê de jî bi piranî garis datînin. Lê belê di dema çandiniyê de barê giran dikeve ser milê "avdêr"an. Ev kedkar biçin ser kîjan erdî mala xw ejî bi xwe re dibin û qewlê wan heya rakirina debrê ye.    Kendal Şêxmûs ê 27 salî ku li Nisêbîna Mêrdînê 7 sal in avdêriyê dike, anî ziman ku bi vî awayî debara xwe dike. Şêxmûs diyar kir ku ji Sûriyeyê ye û ji roja hatiye Tirkiyeyê vî karî dike. Şêxmûs, bilêv kir ku di dema çandiniyê de ew xwediyê erdan li gor hqedestekê an jî parekê li hev dikin û got, qewlê wan ji sedî 10 debrê ye.    Şêxmûs, tevî malbata xwe di xaniyekî ku li nav erd hatiye çêkirin de dimîne. Şêxmûs, anî ziman ku rojê du caran avdaniyê dike û got: "Ez avdaniya 400 donimî dikim. Li nav her erdî bîr hene. Ev bîr nêzî 400 metrî kûr in. Em bi ava van bîran erdan av didin."    SALOQAT AVDANIYÊ DIKIN    Şêxmûs, diyar kir ku rojê ancax dikare avdaniya 30 donimî bike û got: "Havîn, zivistan yanî saloqat em avdaniyê dikin. Bi taybetî jî zivistanê em şeveqê zûr radibin. Wê çaxê em zehmetiyê dikişînin. Havînê jî ji ber germa." Şêxmûs, anî ziman ku erdê ku avdaniya wan dike belawela û perçe perçe ne û got, ji bo tevahiya erd av bidin bi traktorê boriyan dikijînin û hema bêje her roj vî karî dikin.    Şêxmûs, bilêv kir ku gava ew û xwediyê erdan li hev nekin, saleke din bi kesekî din re li hev dike û wê çaxê mecbûr mala xwe dibe ser erdê din.