Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne 2020-05-14 09:30:37 AMED - Li Bismilê karkerên çandiniyê ku di şert û mercên zehmet de dişixilun diyar kirin ku heqê keda wan nayê dayîn û cotkar jî bal kişandin ser bihabûna fiyetê ceryan, mazot, gubre û dermanên çandiniyê.  Li Bismil a Amedê, pirsgirêka sereke ya ku cotkar pê re rû bi rû dimînin bihabûna fiyetê ceryan, mazot, gubre û dermanên çandiniyê ye. Ji ber vê bihabûnê hin cotkaran îsal temamiya erdê xwe neajotine. Ev jî bû sedema kêm bûna karkerên dişixulin.    Karkerên ku di meha Nîsanê de li nav erdan dest bi kar dikin û heya dawiya meha Îlonê dişixulin, niha piranî li nav bexçê zebze dişixuşin.   TENÊ 5 TL   Gulsum Sar ku li Taxa Ofê dişixule, diyar kir ku li ser navê 20 karkerên pev re dişixule diaxife û got, heqê keda wan nayê dayîn, lê ji mecbûrî dişixulin. Sar, destnîşan kir ku şeveqê heya êvarê dişixulin, lê îsal yewmiyeya wan tenê 5 TL hatiye zêdekirin û niha rojê bi 70 TL'yî dişixulin.    Sar, got: "Em ji şeveqê heya varê dişixulin. Perê bi dest me dikeve têra tiştekî jî nake. Qedexeya derketina derve tê îlankirin. Mirov ji ber vîrûsê nemirin wê ji ber birçîbûnê bimirin. Gelek hevalên me bi rojî ne. Lê ji bo nan bibin mala xwe tên di vê germê de dişixulin."   Cotkar Berhem Karaaslan jî bal kişand ser zemên lis er hev du tên kirin. Karaaslan, destnîşan kir ku hema bêje ji bo heqê ceryanê dişixulun û got, dahata wan ancax têra lêçûnên wan dike. Karaaslan, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazot, gubere û dermanan cotmakra pir zehmetiyê dikişînin  û got, salê zêdetirî 3 hezar karker li cem wan dişixulin lê belê keda tê dayîn jî ji zeman re diçe.    Eyup Sar ku "çawîştiyê" dike anî ziman ku 30 sal in vî karî dike. Sar, diyar kir ku gava ew û xwediyê erdan li hev dikin, vê carê ji taxê kesên pêdiviya wan bi kar heye tîne nav erd. Sar, anî ziman ku ji ber polîtîkayên çandiniyê rewşa çandiniy nebaş e û got, berê hejmara karkerên dianîn nav erd 100 bû lê ji ber ku îsal xwediyê erdan tevahiya erdên xwe neçandine hejmara karkeran kêm bûye bûye 20.    MA / Fethî Balaman