Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin 2020-05-14 14:15:56   AMED - Endala Lijneya Navendî a KESK'ê Gulistan Atasoy, têkildarî sirgûna kedkarên rêya trênê daxuyanî da. Atasoy, dema got 'Qeyûmê Amedê serokatiya civîna AKP'ê dike', amîrê polîsan hişyarî kir û got “Vê jinê rawestînin. Bila dernekeve dervê zagonan." û mudaxale kir.    Şaxa Sendîkayên Xebatkarên Barkêşiya Yekbûyî (BTS) ya Amedê têkildarî  sirgûnkrina 60 karkerên rêya trênê daxuyanî dan. Endam, rêveber û nûnerên BTS'ê li pêş GAR'a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Polîsan destûr nedan ku zêdetirî 6 kesan beşdarî daxuyaniyê bibe.    Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkurt, diyar kir ku di roja şewbê de ku pêwiste mirov ji malên xwe dernekevin, hevalên wan hatine sirgûnkirin û wiha got: “Hevalên me li gel malbatên xwe hatin sirgûnkirin. Şefê Îstasyona Madenê Mehmet Budak nexweşê losemiyê ye û tevî vê nexweşiya xwe hatiye sirgûnkirin. Li gel ku zarok û hevjîna wî jî nexweş in sirgûnî Şefîya GAR'a Hekimhanêkirine. Tiştek bê serê hevalê me berbirsiyar rayedar in."    Bozkurt, bang li Wezîrê Barkêşiyê kir û got: "Divê tu destûr nede kesên ku aştiya kar xera dike."    POLÎS MUDAXALEYÎ AXAFTINÊ KIR   Piştre Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê Gulistan Atasoy axivkî. Atasoy, dema têkildarî sirgûna kedkarên rêya trênê axivi û got 'Qeyûmê Amedê serokatiya civîna AKP'ê dike', amîrê polîsan hişyarî kir û got “Vê jinê rawestînin. Bila dernekeve dervê zagonan." û mudaxale kir.