Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da 2020-05-17 11:27:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ispartayê, karkerê çandiniyê Beşar Sûpî Alî yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Keçîborlû ya Ispartayê, karkerê çandiniyê Beşar Sûpî Alî yê 25 salî yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da. Alî yê di baxçeyê gulan a gundê xwe de dixebitî, di kon de ji ber sedemekê nehat zanîn bi ceyranê ve maî û jiyana xwe ji dest da. Alî yê bi giranî birîndar bû, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê, lê dîsa jiyana xwe ji dest da.