Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin 2020-05-17 13:32:09   STENBOL - Li Levent a Stenbolê di şantiyekê de karkerên bi şewba vîrûsa Covid-19 û karkerên din di nava hev de kar dikin. Li gel vê yekê rayedarên şandiyê xebatê berdewam dike û tedbîran nagirin. Karkeran diyar kirin ku şîrket zorê li kesên bi şewbê dikeve dikin ku bêyî mafê xwe biparêzin, daxwaznameya îstîfayê bidin.    Li şandiyeya Medya Turkuaz a TEM'ê ya li 5’emîn Leventa Stenbolê di nava karkeran de bi karkerek re şewba vîrûsa (Covid-19) derket. Li gel vê yekê dîsa xebata şandiyê nesekinandin. Karkekê ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku ligel bi karkerekî re şewba vîrûsê hat dîtin jî karê şandiyê ranewestandin û wiha got: "Piştî testa karker posîtîf derket, karker derxistin dervê şandiyê. Lê karê şantiyê ranewestandin. Şefê şandiyê, ji karker xwest ku bêyî mafê xwe bixwazin daxwaznameya îstîfayê bidin wan. Lê karkerê ku testa wî pozitif derket û 2 karkerên li cem wî daxwaznameya îstîfayê nenevîsin. Karker, da zanîn ku karker rastî gefên rayedarên şîrketê tên û    Karker, diyar kir ku ji bo karkerên li qadê dixebitin tu tedbîr nayên girtin.