Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin 2020-05-17 15:20:38   STENBOL - Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar rapora duyem a koronayê belav kir û ragihand ku di 2 mehan de herî kêm 128 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.   Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) têkildarî jiyana karkeran rapora duyemîn amade kir û belav kir. Di raporê de cih didin tespîtên li kargehan tevdîrên ku li dijî koronayê hatine girtin û nehatine girtin, ji ber koronayê mirina karkeran û kesên bi koronayê ketine. Di raporê de hat destnîşan kirin ku kargeh veguherîne “bazara can” û di raporê de hat gotin di navbera 11’ê adarê û 10’ê gulanê de herî kêm 128 karkeran ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest dane.   Di raporê de hat diyarkirin ku sermaye tê parastin û karker jî dibin qûrbanê berjwendiyên kar û sermaye û ji ber polîtîkaya ku karkeran li ber çavan nagire jiyana karkeran di xetereyê de ye. Di raporê de hat gotin krîza maskeyan veguheriye krîzek bingehîn û hêj ev yek didome. Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî banga “li malê bimîne” tê kirin û hemû xetereyan jî hêj karker tên xebitandin û dibin qûrbanî û vîrûs jî berbelav dibe.   Di dewama raporê de bi berfirehî ji tespîtan re hat veqetandin.