Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’ 2020-05-18 09:20:43 EDENE – Karkerên çandiniyê yê demsalî diyar kirin ku hikumet tu tevdîran ji bo wan negirtiye û gotin “Hikumet dixwaze em feqîr bimirin.”    Karkerên çandiniyê yê demsalî diyar dikin bêyî ku hikumet li dijî koronayê tevdîran ji bo wan ne girtiye û li konên ku mesafeya fîzîkî nîne de di bin şertê zehmet de dixebitin. Ev karkerên tên li herêma Çûkûrovayê di nava şertên dijwar de dixebitin hin ji wan penaberên Sûriyê ne û hin ji wan jî ji Şirnex, Riha û gelek bajarên din tên û di konên ji naylon, zil û textyan çêkirine de dimînin.    Karkerê ku çandiniya zebeşan dike Abdî Yildirim diyar kir ku kakerên çandiniyê di nava şertên dijwar de dixebitin û germ li ser wan bandorek neyînî dike, bi zehmetî avê dibînin û di çarçoveya tevdîrên şewba koronayê de karker bêtir tên xebitandin.    'EGER NE JI NEÇARÎBÛYA EM JI WELATÊ XWE NEDIHATIN’    Karkerê çandiniyê Yildiz Kultur da zanîn ku ew çar meh berê ji ber bêkariyê ji navçeya Silopiya ya Şirnexê hatine Çûkûrovayê û wiha got: “Zarokên me ji serê sibê heta êvarê bi bedela 50 û 60 lîreyî dixebitin. Ez jî li kon dimînin û karê li vir dikim. Jiyana di bin konana de gelek xerab e. Em di konekê de deh kes dimînin. Hewa gelek germ e. Hundirê kon hin bêtir germ e. Em di hundir de îdare nakin. Binêrin ji ber hewa pir germ e, ez neçarim li bin darê hevîrê xwe bikim. Eger em ne di rewşek zor de bûna em ê li welatê xwe bimana. Ji bo şewbê tu tevdîr nehatine girtin. Em ceryana xwe ji çewligê dikişînin. Em avê jî ya ji qenala avê yan jî ji kaniyên nav zeviyan tînin.”    ‘FEQÎRÎ Û MIRIN PARA ME YE’    Mehmet Ozen ê ji Rihayê ye jî destnîşan kir ku ew ji sala 1973'yan ve li zeviyên çandiniyê yên li Çûkûrovayê dixebitin û wiha got: “Em di konan de dimînin. Zivistanê herî, baran û serma heye. Havînê jî germ e û mêş û toz heye. Kon pir qelebalix in û heta 12 kesan jî dimînin. Me ji bo abonetiya ceryanê serlêdan kir, lê abonetiyê nedan me. Em av û ceryanê bi pereyan dikirin. Ji bo koronayê jî tu tevdîr nehatine girtin. Dermankirin û kontrola tenduristiyê qet nayê kirin. Her kes li vir feqîr e. Dibêjin bila bimirin. Ji bilî vê yekê bi tu awayî li me nanêrin.”    MA / Hamdullah Kesen