Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir 2020-05-20 09:28:53 EDENE - Li Edeneyê çinîna zebeşên pêşwext hefteyekê dereng dest pê kir. Niha cotkar ji rewşa heyî razî ne, lê belê fikara wan ew e ku gava ber zêde bibin fiyet jî erzan bibin.    Li cîhanê piştî Çînê Tirkiye bi 4.4 milyon ton zebeş di di rêza dudoyan de ye. Ji van zebeşan ji sedî 20 jê li Edeneyê tên çandin. Li gorî daneyên Odeya Çandiniyê ya Yuregîrê, îsal li seranserê Tirkiyeyê 830 hezar donim zebeş hatiye çandin û ji ev qas donimî 120 hezar donim jê li Edeneyê hatiye çandin. Lê belê îsal ji ber şiliyê çinîna zebeşan hefteyekê dereng dest pê kir. Li taxên Kapi, Tûzla û Bahçe yên navçeya Karataşê li nav erd kîloya zebeşan bi 2-2.5 TL'yî ye, lê li ser dezgehan bi 3.5-5 TL'yî ye.    Cotkar Alî Kesen anî ziman ku ji ber sal dinya pir sar bû zebeş hefteyekê dereng kemilîne û got: "Zebeşên terez li wan dixe bileke ne. Ji ber sermayê li wan herêman randiman kêm bû. Par fiyetê zebeşan pir erzan bibû. Cotkar xisirîn. Ji ber ku zebeşê me zebeşê pêşwext e, şikir me zirar nekiriye. Lê mehsûlê gelek cotkaran di nav erdan de xera bûn û nehatin firotin. Heger li nav erd fiyetê zebeş danekeve biniya lîreyekê em ê nexisirin."    Mûstafa Kayaci jî anî ziman ku her sal maliyet zêde dibe û got, ji bo cotkara nexisire divê kîloya zebeşan bi lîre û nîvê bê firotin. Kayaci, diyar kir ku îsal tonaj hinekî zêde ye, lê belê li hin deveran ji ber terez û sermayê randiman kêm bûye. Her wiha Kayaci, diyar kir ku hê wan dest bi çandiniyê nekiribû ji Îranê zebeş hatine îthalkirin û xwest hikûmet ne ji bo îthalatê ji bo îxracatê gavina bavêje.    Kayaci, bilêv kir ku niha ji fiyetê heyî razî ne, lê belê çend roj şûnde nizanin wê rewş çawa be.    MA / Hamdûllah Kesen