Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê 2020-05-21 16:17:17 AMED – Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê ya girêdayî TMMOB’ê diyar kir ku derxistina ber firotinê ya neguhêzbarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm birêve dibe “bêhiqûqî” ye û ew ê mijarê veguhêzînin darazê. Odeya Palnsazên Bajêr a Amedê ku girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ye derbarê neguhêzbarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye derxistiye ber firotinê daxuyaniyek nivîskî belav kir.   Daxuyaniya Odeya Plansazên Bajêr a bi sernavê “Em ê destûr nedin ku bajarên me parçe parçe werin firotin” wiha ye: “Qeyûmên danîne ser şaredariyan hin bêrêbazî û nelirêtiyan dikin û bi vî awayî şaredariyan di bin deyn de dihêlin û neguhêzbarên wan derdixin ber firotinê.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 18 neguhêzbarên şaredariyê derxistiye ber firotinê û derxistiye îhaleyê.   EM Ê DESTÛR NEDIN RANTÊ   Di planên îmarê de divê qadên kêrî civakê tên pêwîste ji bo xizmeta cemaweriyê were çavdêrkirin. Firotina van qadan ango cihan ne mimkin e. Wê ev yek bibe sedemê zirara cemaweriyê. Hewldanek a ji bi van cihan jî li dijî rêgezan e. Em vê hewldana firotinê bêhiqûqî dibînin. Em ê destûra qadên me ji bo rantê werin firotin û talankirin nedin. Her wiha em ê wek Odeya Plansazên Bajêr ji bo vê yekê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û vê mijarê veguhezînin darazê.”