Beko xwest ji bo heqê herî kêm kaxizê têxin destê xwe û dakevin bazarê 2017-12-25 13:16:39 STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, daxwaza Turk Îş'ê ya heqê herî kêm hezar û 893 TL da. Dîsa helwesta TÎSK û Wezareta Ewlehiya Kar û Civakî Julide Sarieroglu ya li hemberî vê daxwazê ji rexne kir û xwest kaxiz û pênûsê têxin destê xwe û derkevin bazarê.  Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm, civînên der barê heqê herî kêm ya 6 milyon karkeran eleqeder dike berdewam dike. Di civîna 22'ê Kanûnê de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirk (Turk-Îş) xwest heqê herî kêm hezar û 893 tl bê diyarkirin. Konfederasyona Sendikayên Karsazan a Tirkiye (TÎSK), diyar kir ku ev ne li gorî rastiya Tirkiye ye û bertek nîşanî vî heqî dan. Wezareta Ewlehiya Kar û Civakî Julidê Sarieroglu jî xwest karker fedekariyê bikin. DÎSK'ê jî heqê herî kêm 2 hezar û 300 tl xwest. Têkildarî van helwestan Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko bertekên xwe anîn ziman. Beko, anî ziman ku tevi her tiştî rovaja karkeran heqê herî kêm e û wiha got: "Tirkiye endamê Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) ye. Divê Turk-Îş û TÎSK vê yeke bînin bîra xwe. Rêxistina ILO  dixwaze heq li gorî malbata 4 kesan plan bike. Lê li Tirkiye heqê herî kêm li kes kesekî tê plankirin. Ev heqê herî kêm 6,5 milyon karkeran eleqeder dike. Heqê herî kêm di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de ye. Li gorî hemû lêkolîn û hewcedariyên pêwist DÎSK dixwaze heqê herî kêm 2 hezar û 300 TL be.    Beko, anî ziman ku her roj cînayetên karkeran pêk tên û karkerên sax dimînin jî mahkûmî birçîbûnê tên hiştin. Beko, bang li hikûmetê kir û xwest ji bo bawer dikin rewşa welat baş e kaxiz û pênûsê têxin destê xwe û dakevin bazarê. Beko bang li Julide Sarıeroglu ya fekarî xwest jî, pêşniyarkir ku kaxiz û pênûsê têxin destê xwe û li bazarê lekolîn bikin. Xwest ku li wir mesrefen malbatan not bigirin.    MA / Metin Yoksu