Korona û krîza aboriyê li esnafan da 2020-05-22 12:41:05 AMED – Li Amedê li gorî salên bihûrî ji ber şewba koronayê li dikan û sûkan bêdengî heye û esnafên ku nikarin kar bikin jî polîtÎkaya hikumetê ya pêvajoya şewbê rexne dikin. Ji ber vîrûsa koronayê her roja ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û tesîrê li ser jiyanê dike. Ev bandora krîza aborî ya li ser xelkê beriya Cejna Remezanê xwe baş da nîşandan. Yek ji an bajarên herî zêde ku krîz bandora xwe lê dike jî Amed e. Beriya Cejnê her çiqas li kuçe û kolanan tevger hebe jî esnaf dibêjin ku rewşa wan qet nebaşe û li gorî salên bihûrî danûsitandin miriye. Li navçeya Sûra Amedê beriya cejnê ew kuçe û kolanên ku hinek qelebalixin jî lê dîsa jî esnaf û îşportavan bi gilî û gazin in û dibêjin ku rewşa wan qet nabaşe û li ber salên berê qet nikarin tiştekî bifiroşin.   Esnaf û îşportavanên bi gilî û gazinin ji ajansa me re axivîn û pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ji ber polîtîkaya hikumetê ya di pêvajoya koronayê de rewşa wan nebaştir bûye.   MA / Cahît Ozbek - Aydin Atay