Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye 2020-05-23 09:01:21   EDENE - Li Edeneyê ji ber germa zêde û bayê kur randimana genim kêm bûye. Cotkaran jî ji ber bihabûna gubre, tov û dermanan xwest fiyetê genim bê bihakirin.    Li gor daneyên Odeya Endezyarên Çandiniyê, ji ber polîtîkayên çandiniyê yên hikûmetê cotkar dev ji çandina genim berdane. Li Tirkiyeyê di sala 2000'î de 94 milyon donim genim hatiye danîn, lê belê di sala 2016'an de 76 donim genim hatiye danîn.    Îsal li Edeneyê ku yek ji navendên girîng ê dexl û danê ye, paleyiya genim dest pê kir. Lê belê ji ber germa zêde û bayê kur îsal randimana genim kêm bûye.    Îsal fiyetê kîloya genim 1.65 TL hatiye diyarkirin. Cotkar ji ber vê yekê nerihet in.    Cotkar Kemal Încekalan, anî ziman ku bi deynan çandiniya xwe dikin û got, hin cotkar jî ji bo nexisirin dev ji çandiniyê berdane erdên xwe bi îcare dane. Încekalan, lêçûna dekarek erd hesab kir û got: "Serê dekarê 23 kîlo genim tê reşandin û kîloya wê bi 2.6 TL'ya ye. 20 kîlo gubre hatiye reşandin. Kîloya wê jî bi 1.8 TL'yan e. 35 kîlo ure hatiye reşandin û kîloya wê bi 2 TL'ya ye. Lêçûna dekarekê hezar û 400 TL ye. Em bîçer û karkeriya wê jî ehsab nakin. Lêçûn pir zêde ne."    'DIVÊ FIYET BÊ BIHAKIRIN'    Încekalan, anî ziman ku îsal germa zêde û bayê kur jî li genim xistiye û randiman kêm bûye. Încekalan, got: "Par serê dekarê 700 kîlo dihat, lê îsal 550-600 kîlo. Randiman pir kêm bûye. Ji xwe fiyetê hatiye diyarkirin ne heqê lêçûnê ye jî. Divê fiyetê genim bê bihakirin."    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê Feyzûllah Korkût jî anî ziman ku ji ber şert û mercên hewayê randimana genim kêm bûye û got, li bajêr paleyiya genim nû dest pê kiriye lê belê li gor par randiman îsal pir kêm e.    Korkût jî bal kişand ser fiyetê genim û got, fiyetê hatiye diyarkirin ne heqê lêçûna ye jî. Korkût, desynîşan kir ku divê hikûmet lêçûnan esas bigire û xwest piştgiriya cotkaran bê kirin.    MA / Hamdûllah Kesen