Terezê li fisteqan xist, cotkaran ji bo piştgiriyê bang kir 2020-05-29 09:07:13 RIHA - Li Hewengê ji ber terezê hem darên fisteqan derb xwarine hem jî randimana fisteqan kêm bûye. Serokê Odeya Çandiniyê a Navçeyê Fûat Almas, xwest piştgiriya cotkaran bê kirin û herêm wekî "herêma afetê" bê îlankirin.  Îsal li navçeya Heweng a Rihayê ku yek ji navenda fisteqan e, ji ber terezê randimana fisteqan kêm bûye. Li navçeyê hema bêje ji xeynî 9-10 taxan darên fisteqan hemû zirar dîtine. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewengê Fûat Almas, xwest herêm wekî herêma afetê bê îlankirin û krediya ku cotkaran kişandiye salekê bê taloqkirin û cotkarên ku nikaribûne krediyê bigirin ji bo wan kredî bê dayîn.    Almas got: "Bi terezê re darên fisteqan hemû çûn. Ji ber ku dar derb xwarine wê sala bê jî fisteq şîn neyên. Ji xwe par jî tunebûn. Yanî 3 sal in li Hewengê fisteq tunene."    Almas, bang li Wezîrê Çandiniyê kir û got: "Divê ev der wekî herêma afetê bê îlankirin. Heger bêjin budçe tuneye, qet nebe divê krediya cotkaran salekê bê taloqkirin. Cotkarên ku nikaribûne krediyê bigirin jî divê ji bo wan kredî bê dayîn, lê bê faîz. Divê ev bê kirin ku cotkar karibin xwe bi ser hev din."    REWŞA COTKARAN NEBAŞ E   Cotkar Mûstafa Demîr jî anî ziman ku ji ber terezê xisirîne û xwest zirara wan bê dayîn. Demîr, destnîşan kir ku divê rayedara peywira xwe bi cih bînin û got: "Diviya ji bexçê min 5 ton fisteq bihatana, lê ji ber terezê ancax wê tonek bê. Em 9 xwişk û bira ne, wê fisteqên vî baxçeyî para kê bikevin kê nekevin? Her yek ji me nêzî hezar TL mesref kiriye. Bila rayedar dengê me bibihîsin."    Cotkar Mehmet Kiliç jî anî ziman ku li ser 40 donimî darên wî yên fisteqan hene û got, 4 ton fisteq bberhev dikirin lê ji ber terezê îsal herî zêde 500 kîlo bi dest wî bikeve. Kiliç, diyar kir ku îsal rewşa fisteqan baş bû, lê belê ji ber terezê xisarek mezin gihaştiye wan. Kiliç, bilêv kir ku piraniya darên wan derb xwarine û yên derbxwarî wê birizin. Kiliç, da zanîn ku darên fisteqan 2 salan carekê ber digirin û got: "Îsal terezê lêxist. Dar birîndar bûn. Ji ber vê wê 2-3 salan fisteqan negirin. Em mexdûr in. Ji xeynî fisteqan tu dahateke min tuneye. Keda me berhewa bû. Heya niha herî kêm min bi 3 hezaran derman kiriye."    Cotkar Mehmet Demîr jî destnîşan kir ku terezê keda wan berba kiriye û got: "Rewşa cotkaran qet nebaş e."