Ji ber ava lexemê nikarin erdên xwe bajon 2020-05-29 09:08:23 MÊRDÎN - Li gundê Xelîla yê Kerboranê, ji ber ava lexemê cotkar nikarin erdên xwe bajon. Cotkaran anî ziman ku berazên li qeraxa ava lexemê kom dibin jî zirarê didin erdê wan.  Li gundê Xelîla yê Kerboran a Mêrdînê, hin cotkar bi salan e nikarin erdên xwe bajon. Sedema vê yekê jî qenalîzasyon e. Şêniyên gund anîn ziman ku berazên li qeraxa ava qenalîzasyonê om dibin jî berê xwe didin nav gund û zirarê didin erdê wan. Welatiyan, diyar kir ku ji ber ku ser qenalîzasyonê vekiriye nexweş dikevin.   NOBEDÊ DIGIRIN   Şêniya gund Emîne Gevcan (57) jî anî ziman ku bi ked û tehb erdên xwe ajotine lê belê beraz zirarê didin erdê wan. Gevcan, diyar kir ku rezvaniyê dikin û salê 3 caran erdê xwe dajon. Gevcan, da zanîn ku ev sê sal in hejmara berazan zêde bûye û got: "Beraz dikevin nav rez, xera dikin. Ji ber vê gundî mecbûr mane li dora rezê xwe dîwar lê bikin. Lê qaweta her kesî nagihê dîwar lê bike."    Gevcan, destnîşan kir ku beraz zirarê didin genim, ceh û nokên wan û got: "Wexta çandiniyê em nikarin zadê xwe rakin. Beraz zirarê didin wan. Dikevin nav genim, ceh û nokan gişan xera dikin û dixwin." Gevcan, anî ziman ku ji ber vê êdî gundî nobetê digirin ku beraz nekvin nav erdên wan, lê belê nobed jî pir bi kêr nayê.    DEV JI ÇANDINIYÊ BERDAN    Salîh Gevcan (40) jî anî ziman ku sê sal in nikarin erdên xwe bajon û got, nikarin serî bi berazan re derxin. Gevcan, diyar kir ku ji ber ku nikarin erdên xwe bajon in mecbûr ji bo debara xwe diçin bajaran dişixulin û got: "Ava qenalîzasyonê ya Kerboranê di ber gundê me re berdane. Ji roja ku ew av di ber gundê em re dere beraz jîî hatine. Êdî em nikarin erdên xwe bajon. Nêviyê gund dev ji çandiniyê berdaye."    Gevcan, xwest ser qenalîzasyonê bê girtin û ji ber ku dibe sedema nexweşînan jî xwest rojek berî rojekê tevdîr bên girtin.    MA / Omer Akin