Rêwîtiya ji bo rêvasan 2020-05-30 09:09:08 AMED - Li Pasûrê her sal welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre rê dimeşin.  Şêniyên Taxa Akçasir a Pasûr a Amedê, her sal bi hatin biharê re berê xwe didin çiyê rêvasan berhev dikin. Welatî ji bo rêvasan berhev bikin 30 kîlometre dimeşin. Gava digihên serê Çiyayê Serê Spî dest bi berhevkirina rêvasan dikin. Welatî rêvasên ku berhev dikin an dixwin an jî dibin li navenda bajêr li bazaran difiroşin.    Rêwîtiya ji bo berhevkirina rêvasan sserê sibehê zû dest pê dike û piştî herêma Qotê, Dewla, Zowikê û Zoravê li Serê Spî bi dawî dibe. Sedat Yildiz (35) anî ziman ku 24 sal in li van çiyayan e û rêvasan berhev dike. Yildiz, ji bo rêvasan got, mûcîzeya xwezayê" ne û bal kişand ser fêdeyên wan.    Yildiz, destnîşan kir ku kîloya rêvasan bi 10-15 lîreyan e û got, hem ji bo xwarinê hem jî ji bo firotinê berhev dike. Her wiha Yildiz anî ziman ku pelên rêvasan jî didin ber heywanan û got: "Gava qert bibin tu dikarî wan bişewitînî jî. Pelên wan ên mezin heywan dixwin. Heywanên van pelan dixwin di heman demê de lazmatiya xwe ya xwê jî pê re temam dikin. Çimkî pelên wan bixwê ne."     MA / Fethî Balaman