Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê 2020-05-30 10:01:19 ENQERE - Prof. Dr. Mustafa Durmuş, bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û anî zima ku "mezinbûnek xapînok" a aboriyê heye û ev aboriya xapînok xizmeta aramiya civakê nake.  Li gorî daneyên Saziya Îstatistikan a Tirkiyeyê (TUİK) aboriya Tirkiye li gorî 3 mehên ewil ên sala 2019'an ji sedî 4,5 mezin bûye. Têkildarî daneyên TUÎK'ê û rewşa aboriya Tirkiyeyê Prof. Dr. Mustafa Durmuş, nirxandin kir. Durmuş, anî ziman ku di 3 mehên ewil ên 2020'an de hêj bandora vîrûsê ya li ser aboriyê xuya nabe û wiha got: "Ev mezinbûnek şaş e. Divê li gorî zanistiyê bê nirxandin. Mezinbûnek xapînok e. Di 3 mehên ewil 2019'an de mezinbûna aboriya  Tirkiyeyê ji sedî 2,3 bû. Dema li gorî wê binirxînin zêdebûna vê rêjeyê wekî mezinbûna aboriyê tê dîtin. Ji xwe carekê aborî li qûnê rûniştiye. Ji ber ku carekê aborî têk çûye, li gorî aboriya têkçûyî mezinbûnê esas digirin. Vê yekê jî wekî ji sedî 4,5 mezin bûye nîşan didin. Ya din jî bandora vîrûsa aborî xwe li ser 3 mehên ewil ên 2020'an neda xuyakirin. Ji niha û şûnde dê bandora wê xuya bibe. Ji ber vê yekê mezinbûna aboriyê ya 3 mehên 2020'an mezinbûnek xapînok e. Ya girîng pêvajoya ji niha û şûnde ye. Bi gumanek mezin di ceyreka duyemîn de dê qeyran kûrtir bibe û aborî biçûk bibe."    DIVÊ HILBERÎN Û DEBAR ZÊDE BIBE   Durmuş, da zanîn ku ger mezinbûna aborî li ser xerçkirinê esas bigirin şaş e û wiha got: "Em mezinbûna har diparêzin. Divê mezinbûn, bi têr û ber be. Mayinde be û bibe sedema debara her kesî. Divê her kes bibe xwedî kar û debar. Divê mezinbûn xwezayê talan û wêran neke. Divê mezinbûna aborî li ser stratejisiya mêtîngerî, talankirina xwezayê neyê avakirin. Ger ku ne wisa be newekhevî zêde dibe. Yên xwezayê talan û wêran dikin dewlemend dibin, yên din jî betal dimînin û keda wan tê xwarin. Bi taybetî keda jinê û karkerên demsalî bêtir tê xwarin. Jin û karkerên demsalî dibin qurbana newekheviyê. Ji ber vê yekê ev mezinbûnek sexte û xapînok e."   MA / Selman Guzelyuz