Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne 2020-06-02 13:49:05 ÎZMÎR - Endam û rêveberên BTS'ê yên Îzmirê li dijî sirgûnan ji Îzmirê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Beriya meşa milê Îzmirê Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, bertek nîşanî sirgûnan da û got: “Em li dijî zext û tundiyan serî natewînin. Em nabin karmendên ku serî ditewînin."    Endam û rêveberên Şaxa Sendîkaya Guhezkarî ya Yekbûyî (BTS) ya Îzmirê, bi armanca sirgûnkirina karker û xebatkarên Rêyên Hesin ên Komara Tirkiye (TCDD) şermezar bikin, li Îzmirê daxuyanî dan û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Beriya ku têkevin rêya Enqereyê koma endam û rêveberên BTS'ê li pêş GAR'a Alsancakê daxuyanî da. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen jî amade bû. Komê di çalakiyê de pankarta “Em li dijî sirgûnan dimeşin" vekirin û dowîzên “Em natirsin, serî natewînin û bêdeng namînin" û “Sirgûn nikarin me têk bibin" rakirin. Di çalakiyê de Rêveberê Navendî yê BTS'ê Alî Hergul, anî ziman ku karker û xebatkarên rêya hezin bi zorê sirgûn kirine û wiha got: "13 endamên me yên BTS'ê ku ji Îzmirê sirgûn kirin sivîla wan paqij bû. Em her tiştî dizanin. Em ê heta dawî li dijî sirgûnan dengê xwe bilind bikin. Saziya Rêya Trênê (TCDD) saziyek 146 salî ye. Heta niha rotasyon nebûye. Ev niha xapandin e."    Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, bertek nîşanî sirgûnan da û got: “Ji bo em mafên karker û kedkaran ên xweser biparêzin em îro li vir in. Li şûna daxwazên wan çareser bikin, yên daxwazên xwe tînin ziman wan sirgûn dikin. Em li dijî zext û tundiyan serî natewînin. Em nabin karmendên ku serî ditewînin. Ji ber em li dijî polîtîkayên wan derdikevin me dikin hedef. Dixwazin mudaxaleyî odeyên pîşeyî, sendîka û baroyan bikin. Em dixwazin bi pirrengî û pirdengiya xwe bi hevre û di nava hev de azad û di nava aştiyê de bijîn. Me tu carî li gorî karmendên serî ditewîne gav neavêt û em ji niha û şûnde jî serî natewînin."    Serokê Şaxa BTS'ê yê Enqereyê Erdal Akyol jî anî ziman ku wekî sendîkayê heta niha ji bo rêya trênê pêş bixin xebat kirin û wiha got: "Heta ku biryara sirgûnê paşve bikişînin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê di 4'ê Hezîranê de li Enqereyê bin."    Endam û rêveberên BTS'ê piştî daxuyanî dan li dolmîşan suyar bûn û ber bi Enqereyê ve  ketin rê.