Bi qenala 60 sal berê avdaniyê dike 2020-06-05 09:05:48 WAN - Sidik Aydemîr ku li gundê Şêsunisê yê navçeya Rêya Armûşê dijî, ji bo darên gûzan û garis av bide, qenala avê ya 60 sal berê bavê wî bi bêrê çêkiribû bi kar tîne.  Li gundê Şêsunis ê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Sidik Aydemîr ê 62 salî ji bo darên xwe yên gûzan û garisê xwe av bide, qenala avê ya ku 60 sal berê bavê wî bi bêrê çêkiribû bi kar tîne. Aydemîr, anî ziman ku bavê wî bi bêrê qenaleke kîlmetreyeke çêkiriye û av ji çem aniye.    Aydemîr, diyar kir ku çewlika ku ji kalê wî jê re maye datîne û got: "Berê me genim datanî. Dû re me kundir, xirpûk danî. Sê sal berê jî me dest bi çandina garis kir. Par jî me li erdê jor darên gûzan danîn."    Aydemîr, ji bo qenala avê ya ku bi bêrê paqij dike anî ziman ku 60 salên vê qenalê heye û got: "60 sal berê bavê min çêkir. Em jî ji bo erdê xwe pê av bidin bi kar tînin. Qenal ji ber berf dihele û ji ber baranê bi kevir û axê tije dibe. Pêşî em wê paqij dikin. Rûbarê vira xweş e, em bi saya qenalê avê tînin."