Hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin 2020-06-05 09:07:57 AMED - Li Pasûrê gundiyên ku di şert û mercên zor û zehmet de sewalvaniyê dikin, qatixên xwe yên ku dê zivistanê bifiroşin hêdî hêdî berhev dikin.  Li navçeya Pasûr a Amedê welatiyên ku sewalvaniyê dikin, bi hatine havînê re hêdî hêdî dest bi berhevkirina qatixên xwe dikin. Welatî penêr, nivişk, to û toraq hwd. ji bo payizê bifiroşin dixin bin erdê. Piştî demekê ji bin axê derdixin û hinekî ji xwe re vediqetînin û ê mayî jî difiroşin. Zahir Baran ê li gundê Helînê şivantiyê dike û Taliet Baran jî bêrîvantiyê dike, di serdemeke ku her tişt biah bûye de sewalvantiya li çiyê zehmet e.    Zahîr Baran, anî ziman ku tenê hêleke sewalvaniyê xweş e, ew jî mirov di nav xwezayê de ye û got: "Zivistanê hem em hem jî heywan di hundir de dimînin. Ji ber vê em nikarin di ber êmê wan re bigihên. Piştî 100 rojên zivistanê, bi hatina biharê rr bêhna me dertê."    HER TIŞT BIHA BÛYE   Baran, anî ziman ku nebatên tahma şîrê heywanan xweştir dikin. Baran, diyar kir ku qatixên ku ew bi ked û tehmbeke mezin çêdikin ji bo zivistanê hiltînin û got: "Nêzî 200 dewar û pez hene. Ji xeynî sewalvaniyê karekî ku em bikin tuneye. 20 sal in ez vî karî dikim. Lê belê di şert û mercên niha de pir zehmet bûye. Çimkî her tişt biha dibe. Tenê heqê heywanan zêde nabe. Lê her tiştê ku heywan dixwe biha dibe."    Taliet Baran (40) jî ji zarokatiya xwe ve berîvantiyê dike. Baran, anî ziman ku di ber bêrîvantiyê re karê malê jî dike û got, ji ber vê pir diwestin. Baran, anî ziman ku di meha Tîrmehê de berê xwe didin zozana û qatixên xwe binerd dikin.