Esnafên Wanê: Rewş qet nebaş e 2020-06-06 09:10:59 WAN - Li Wanê ku ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, bi dehan esnafên ku nikaribûn kredî, kirê û heqê fatûreyên xwe bidin dikanên xwe girtine.  Li Wanê di dema qedexeyên vîrûsa coronayê de ku zêdetirî du mehan dewam kir, esnafên ku nikaribûn dikanên xwe vekin, nikaribûn kredî, bac, kirê û fatûreyên xwe jî bidin. Ji ber vê bi dehan esnafan dikanên xwe girtiye. Esnafan xwest krediyên wan û deynên wan ê bacê bên taloqkirin û ji bo kirê piştgiriya wan bê kirin.   Ozal Bîlek ku li Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê dikana wî ya cihêzan heye, anî ziman ku gelek esnafan ji ber ku nikaribûne heqê kirêya xwe û çekên xwe bidin dikanên xwe girtine. Bîlek, diyar kir ku heger wisa dewam bike ew ê jî dikana xwe bigire û got: "Her diçe xirabtir dibe. Ji ber vîrûsê di warê aborî de em tengijîn. Rewşa esnafan hemûyan wiha ye. Beriya şewbê jî rewşa karê me ne pir baş bû. Lê bi şewbê re xirabtir bû."    Bîlek, bal kişand ser zêdebûna heqê kirêyan jî. Bîlek, anî ziman ku heger piştgiriya wan neyê kirin wê mirov bi xizaniyê re rû bi rû bimînin û got: "Em ê jî bigirin. Heqê fatûre, bac, kirê heye. Em nikarin bidin. Her roj xirabtir dibe. Rewş pir xirab e. Em esnafine biçûk in. Divê hikûmet piştgiriya esnafên biçûk bike. Heger kar tunebe em ê jî bigirin. Wekî din tu alternatîfek tuneye."    ‘EV BAR Ê ME HEMÛYA YE'    Ahmet Eren ku dikana wî ya mobîlyayan heye anî ziman ku divê bac bê taloqkirin û ji bo sîgorte û kirê piştgirî bê kirin û got: "25 sal in vî karî dikim. Her tim afet çêdibe. Erdhej, krîz, şewb... Ev bandorê li me esnafan dikin. Her wiha kirê jî pir zêde ne. Divê xwediyê dikanan jî alîkariyê bikin. Axirê ev bar ê me hemûyaye."    Eren, diyar kir ku ji sedî 80 karê wan kêm bûye û got: "Ji bo krediyê me serî lê da. Lê derneket. Tu alîkariyeke dewletê negihaye me. Ev pêvajo ji bo esnafan hemûyan pêvajoyeke pir zore."