Di Gulanê de 156 karker mirin: 29 karker bi Covît19 mirin 2020-06-06 15:00:01 STENBOL - Li gorî dane u rapora meclîsa ÎSÎG'ê di meha Gulanê de herî kêm 156 karker bûn qurbana cînayetên kar. 29 karker bi Covid-19 mirin Li gorî dane û rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) di meha Gulanê de herî kêm 156 karker di qezayên dar de mirin û bûn qurbana kar. Di vê mehê de 29 karker jî bi vîrûsa Covid-19 mirin. Di nava karkerên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan: 6 zarok, 113 karmend, 6 jin, 14 penaber bûn. Herî zêde karker li Stenbolê mirin. Li Stenbolê 30, li Îzmîrê 9, li Kocaelî 8, li Antalya, Bursa û Denizlî li her bajarekî 6, li Enqere û Dîlokê her bajarekî 5, li Trabzonê 4, li Aydın, Çanakkale, Edirne, Kayseri, Osmaniye, Sakarya, Samsun û Tekirdagê her bajarekî 3, li Erzirom, Kahramanmaraş, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Nevşehir, Sêwas, Riha û Zonguldakê her bajarekî 2 û li Edene, Afyon, Agrirî, Aksaray, Balıkesir, Bilecik, Bolu, Amed, Duzce, Xarpêt, Erzîngan, Giresun, Hatay, Isparta, Karabuk, Karaman, Kastamonu, Kırklareli, Kilis, Konya, Kutahya, Manisa, Muş, Nigde, Sêrt, Şirnex, Wan, Uşak, Yalova, Yozgat Ozbekistanê jî li her bajarekî karkerek bûn qurbana qezayên kar.