Ji bo karkerên 10 saetan çape dikin 52 tl; Ji bo elçîyê kar nake jî 4 tl komîsyon diyar kirin 2020-06-07 09:03:39     HATAY - Lijneya Koordînasyona Bajar a Odeya Çandiniye ya Hatayê ji bo keda 10 saet karê çape tenê 52 tl diyar kir.  Ji bo elçiyê ku kar nake jî komîsyon 4 tl diyar kirin. Serokê Şaxa Genel ÎŞ'ê Yusuf Berkyurek, jî anî ziman ku ev heq ne li gorî keda karkeran e û xwest li gokî keda karkeran heq diyar bikin û keda karkeran neyê xwarin.   Li Hatayê karkerên çapa pembû dikin rojê 8.5 saetan di kerma havînê de dixebitin. Karkerên ku her di saetên herî germ û dijwar de çapa pembû dikin li gorî keda xwe heqê xwe nastînin. Li gel vê yekê Lijneya Koordînasyona Bajar a Odeya Çandiniye ya Hatayê ji bo keda 8,5 saet karê çape tenê 52 tl diyar kir. Karkerên ku ji sebê heta êvarî di germa havînê de çapa pembû dikin heqê xwarina wan jî nayê dayîn û bi xwe xwarina xwe çêdikin. Karker di nava şertên giran de kar dikin û ewlehiya wan a kar û tenduristiyê tune ye. Li gel ku karker li gorî Zagona Kar a xala 4/1-(a) divê bi sîgorta kar bikin û mafê xwe yê zagonî bistînin ji disa ji mafê xwe yê hiqûqî û zagonî sûdê nagirin.    HER KARKEREK DÊ ROJÊ 4 TL BIDE ELÇΠ   Li gorî biryara Lijneya Koordinasyona Bajar a Odeya Çandiniye ya Hatayê ya 28.05.2020'an, karker dê heqê 8.5 saetan 56  bistînin û ji 56 tl jî 4 tl bidin elçî. Karker dê saet di 06.30'an de dest bi kar bikin û saet di 16.30’an de dest ji kar berdin. Karker saet di navbera 9.00-09.30'an de nîv saetê bêhna xwe didin. Saet di navbera 13.00-14.00'an de navbera xwarinê didin kar. Lê heqê navbera xwarinê û veşarina çayê nayê hesibanin. Li gel ku karker rojê 10 saetan di nava zeviyê de ne, tenê heqê 8.30 saetê tê hesibandin û Serê saetê 7 TL  didin karkeran.    Serokê Şaxa Genel ÎŞ'ê Yusuf Berkyurek, jî bertek nîşan da û xwest keda karkeran neyê xwarin. Berkyurek, anî ziman ku di nava karkeran de penaberên Sûriyeyî jî hene û karekr di nava şertên giran de kar dikin. Berkyurek, destnîşan kir ku li gorî zagona kar divê sîgorta jî bidin karkeran, lê sîgortayê nadin karkeran û wiha got: "Sînorê birçîbûnê 2 hezar û 492 tl ye. Lê karkerên çandiniyê karê herî zor dikin, li gel vê yekê heqê keda wan tenê 52 tl rewa tê dîtin. Em bang li Walîtiyê dikin ku vê biryarê rast bikin. Em dixwazin hemû karkerên demsalî bi sîgorta kar bikin. Dîsa em dixwazin rojane heqê wan ji sedî 20 zêde bibe. Divê li gori rûmeta mirovahiyê mafê karkeran bê parastin.      Karkera jî diyar kirin ku niha di nava zeviyên pîvazan de kar dikin û ji serê sibê heta êvarî kar dikin. Karkeran anîn ziman ku ji bo dagirtina  7 telîs pîvaz 55 tl dê bidin wan. Karkeran destnîşan kir ku heq û keda wan tê xwarin û wekî koleyan kar dikin.