Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat 2020-06-12 13:42:07 ENQERE - Rêveber û endamên BTS’ê li pêş Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê cara 4’emîn hatin gelhev û xwestin li dijî sirgûnan û tayînkirinên bêliyaqet çalakî li dar bixin. Lê polîsan destûr ne dan çalakiyê.  Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkar ên Yekbkûyî (BTS) li dijî sîrgûnkirina endamên xwe û tayînkirinên bêliyaqet cara 4’emîn li ber Miduriyeta Giştî TCDD’ê hatin gelhev. Endamên BTS’ê yên li ber Gara Enqerê li hev kom bûn, heya ber avahiya Miduriyeta Giştî ya TCDD’ê meşiyan. Sendîkavanên li ber avahiya miduriyetê kom bûn pankarata “Em li dijî sîrgûnan dimeşin” vekirin. Endamên sendîkayê piştî meşê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.   Hêzên çewîk û polîsên hatin ber avahiyê ji çalakvanan re gotin “çalakiya we ji derveyê qanûnê ye” û ji wan xwestin ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Polîsan bi vî awayî destûr nedan ku daxuyanî bi dayîn.     Serokê Giştî yê BTS’ê bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ew ê polîsan gilî bikin. Bektaş, bal kişand ser helwestan polîsan û wiha got: “Ger hûn dixwazin şow bikin biçin cihek din bikin. Ev çar rojin em tên vê derê. Lê randevû nadin me. Ligel ku berê  randevû dabûn me jî hevdîtin bi me re  nekirin. Em bi vî awayî xapandin. Me xwest em li vê derê rûnin û çalakî li dar bixin. Lê em bi polîsan re rû bi rû hiştin.”   Endamên sendikayê, astengkirina çalakiya rûnistin û daxuyaniya çapemeniyê, şermezar kirin û dirûşmeya “Wê zext em têk nebin” berz kirin. Endamên sendîkayê, dûre heya avahiya Şaxa BTS’ê ya Enqerê meşiyan û piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.