Karkera taşeron: Dê ezmûnan li gorî kê û çi çêkin?

img

STENBOL - Karkera paqijiyê Semra Kara, bertek nîşanî biryara KHK'ê ya karkerên taşeron bikin kadro da û wiha got: "Ez bi kite kite dixwînim û dinivîsim. Dê karkeran li gorî çi û kê di ezmûnan re derbas bikin." 

Bi KHK ya jimare 696'an biryar  hat girtin ku karkerên taşeron bi ezmûnê bikin kadro. Li gorî vê yekê dê di nava 90 rojan de 400 hezar karker di ezmûnê re derbas bikin û wan bikin kadro. 450 hezar karkerên şaredariyan jî dê di Teşekkulên Îktîsadî ya Şaredariyan (BÎT) de bên xebitandin û bibin kadro. Karkerên şaredariyê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku BÎT ji xwe taşeronên şaredariyan in û wiha gotin: "Em bi van guhertinan re bi betaliyê re rû bi rû ne." 
 
JI BO BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ VÊ YEKÊ DIKIN
 
Karkerê Şaredariya Beşiktaşê Alî Palabiyik ê 9 salin li Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariyê dixebite bertek nîşani biryara KHK'ê da û wiha got: "Îro kîraya herî erzan hezar tl ye. Em nikarin lêçûna xwarin, av, ceyran û kîrayê bidin. Têkiliya kadro û xizaniyê li ser hev pir e. Heqê karkerekî taşeron û karkereki kadro ne yek e. Heman karî dikin lê heqê distînin cuda ye. Li vir neheqî û ne wekhevî heye. Ezmûn û lêpirsîna ewlehiyê dê hemû karkeran di parzûn re derbas bikin. Dê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî karkeran bikin kadro." 
 
'KADROYÊN BI KHK'Ê HATIN DÊ BI KHK'Ê BIÇIN'
 
Karkera şaredariya Kadikoyê Necla Ozulker ku 14 salin di beşa xizmetên civakî de kar dike jî diyar kir ku karkerên bi  KHK bên ser kar tenê dikarin bi KHK jî ji kar bên dûrxistin û wiha got: "Niha em di pêvajoya kaosê de ne. Em nizanin dê bi kuve biçe. 
 
'EM BI EZMÛNÊ NEHATIN LÊ ME BI EZMÛNÊ DERDIXE' 
 
Dayika 2 zarokan Semra Kara jî anî ziman ku heqê ew distînin li gorî şertên Tirkiye pir kêm e û têra wan nake û wiha got: "Bi vê guhertinê dibe ku em betal bimînin. Ji bo karkerên taşeron têxin kar ezmûn derxistin. Min dibistana seretayî xwendiye. Kîte bi kite dixwinim û dinivîsim. Ez bi ezmûnê nehatim kar, ez dê çawa bi ezmûne biçim. Ez dê ji bo mafê xwe têbikoşim û nafê xwe nadim tu kesî." 
 
MA / Metin Yoksu