‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’

img

AMED – Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Abbas Şahîn bertek nîşanî îxrackirina endamên wan ên peywîrdarên hîndekariyê da û got: “Bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji parastina têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin.” 

Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê têkildarî endamên xwe yên di KHK’ya dawî de hatin îxrackirin li avahiya Şaxa 1’emîn civîna çapameniyê li dar xistin û bertek nîşanî hikumetê dan. Di civînê de Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da û endamê SES’ê yê di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de Azîz Yural ê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest bibîr anî. 
 
Şahîn bi bîr xist ku 6 endamên wan ên peywîrdarên hindekariyê yên li Zanîngeha Dîcleyê hatine îxrackirin û got: ““Bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji parastina têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin.” Şahîn di berdewamiya daxuyaniyê de bertek nîşanî OHAL û KHK’iyan da.