ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin

img

STENBOL - Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê diyar kir ku di serdema OHAL'ê de ji sedî 10 mirinên karkeran zêde bûye. Li gorî daneyên ILO'yê di sala 2017'an de ji ber nexweşiyên kar 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, li gorî daneyên ÎSÎG'ê ji sala 2002'yan heta niha, herî kêm 20 hezar û 500 karker mirine û di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe jidest dane.

Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora der barê binpêkirinên mafan ên di serdema OHAL'ê de derketin holê, li avahiya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Endamê komîsyonê Huseyîn Aygul rapor xwend û da zanîn ku piştî OHAL'ê, bi rêya KHK'ê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji kar hatine avêtin û hîndekaran çalakiya "Em karê xwe şûnve dixwazin" dane destpêkirin û 309 roj in di greva birîbûnê de ne.

 
Aygul da zanîn ku kedkarên cemaweriyê ji bo vegerin karê xwe, bi mehan e jiyana xwe xistine xetereyê û têkoşîna xwe dewam dikin, xwest hîndekar vegerin karê xwe.
 
‘AGAHIYÊM MIRINAN HÊJ TÊN’
 
Aygul bal kişand ser rewşa karkeran û ev tişt got: "Li fabrîqeyan patron bêrîkên xwe tije dikin, lê keda karker di bin mêtingeriyê de ye. Di karên bê sîgorte û bê ewle de dixebitin. Bi heqdestiya di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Di şertên koletiyê de karkeran didin xebatê. Ne ewlehiya kar û ne jî mafên wan didin wan, hêj agahiyên mirinên karkeran tên."
 
‘20 HEZAR Û 500 KES MIRIN’
 
Aygul da zanîn ku heke daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) esas bê girtin, li Tirkiyeyê di sala 2017'an de 12 hezar kes ji ber nexweşiyên kar jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: "Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), ji sala 2002'yan vir ve herî kêm 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2017'an de; 116 ji wan jin, hezar û 890 mêr, 18 kes temenê wan ji binê 15 salî re bi giştî 60 karkerên zarok, zêdehiya wan ji Sûriyeyê 88 penaber û bi giştî 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan."
 
Aygul aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de mirinên karkeran ji sedî 10 zêde bûye û bi OHAL û KHK'an re civak perîşan kirine.