'Ji bo hilbijartinên 2019'an eyar didin taşeronan'

img

DÎLOK - Serokê Piştgiriya Karkerên Taşeronî yê Dîlokê Ahmet Kurt, diyar kir ku AKP'ê di 15 salên desthilatdariya de di saziyên cemaweriyê de "dojeha taşeronî" ava kir, sererastkirina taşeronî ya serdema nû jî wekî amadekariyeke hilbijartina 2019'an dît.

Hikumeta AKP'ê roja hatiye desthilatdariyê heta niha, her dem pirsgirêka karkerên taşeronî di rojevê de digire û herî dawî xwest bi qanûnekî civakê bi vê hêvî bike. Lê qanûna vê jî li cihê ku li Meclisê bê nîqaşkirin û bê derxistin, di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ya bi hejmara 696'an hat derxistin. Ruxmê rêxistinên ketê ev qakûn rexne kir jî lê derket holê ku dê gelek karkerên di şaredarî û saziyên cemaweriyê de dixebitin, dê wan negirin kadroyê.
 
Serokê Piştgiriya Karkerên Taşeronî yê Dîlokê Ahmet Kurt, da zanîn ku qanûna ku derxistine daxwazên karkeran pêşwazî nake, pergala ku hikumetê amade kiriye dê tenê navê karkeran kadro be, lê dê di statuya wan de tu guhertin çênebe. Kurt diyar kir ku li gorî hikumetê dê mafê karkeran winda nebe, lê dixwazin karkeran dest ji mafên xwe yên berê berdin.
 
‘AKP'Ê DOJEHA TAŞERONTIYÊ AVA KIR’
 
Kurt destnîşan kir ku AKP'ê di saziyên cemaweriyê de "dojeha taşerontiyê" ava kir û îro şaredarî bûne wekî goristan, karên park, baxçe û fenê yên eslî teslîmê taşeronan kirine, lê divê karkerên di van saziyan de dixebitin wekî kadro bên girtin.
 
‘KADROTIYA WAN DI GOTINÊ DE YE!’
 
Kurt anî ziman ku qanûna ku hikumetê amade kiriye, wekî "lutfekî" pêşkêş dike, ev aliyê wê jî rexne kir û di vê der barê de ev tişt got: "Ji xwe kadrotî mafê karkeran e, tiştekî ku zêde hatiye dayîn tune. Wekî lutfekî nîşandayîn jî çewt e. Kurt aşkera kir ku qanûna ku amade kirine, di gelek waran de şêlu ye, dê hemû karkerên taşeron negirin kadroyê, dê tenê alîgirên desthilatdariyê bigirin kadrotiyê û ev jî wekî amadekariya hilbijartinên 2019'an e. 
 
Kurt derbirî ku hikumetê bi pêkanînên wekî lêpirsîna ewlehiyê û ezmûnê jî hesab dike ka dê çiqas karkeran bigire kar û wiha pê de çû: "Dê çi pirsgirêkeke ewlehiyê ya paqijvanekî û xebatkarekî park û baxçeyan hebe. Ew naxwazin karkeran bigirin kadrotiyê. Heke hebûya dê tiştên wiha dernexistana pêşiya wan. Heke sibê di ezmûnan de pirsên gelek zehmet bên kirin qet şaş nebin. Heke karker jî ji ezmûnê derbas nebin, dê vê carê xwe sûcdar bikin û bêjin ku min ezmûn qezenc nekir. Yanî di vir de lîstikeke Elî Cengîz heye. Ji bo ev pergala bigihêje careseriyê divê bê şert karkeran bigirin kadrotiye."