Sewalkarên Wanê: Her tiştî zem dikin lê buhayê sewalan erzan e

img

WAN – Li Bazara Sewalan a Wanê ji ber buhabûna kayê û goştê îthal, sewalvan bi rojên dijwar re rû bi rû mane. Sewalkaran gotin: “Her tiştî zem dikin, lê sewal erzan in. Ev rewş bandorek neyînî li me dike.” 

Esnafên Bazara Sewalan a Wanê ji ber buhabûna kayê, ceh û êm û her wiha îthalkirina goşt demên dijwar derbas dikin. Li gel hewa sar sewalkar bi hêviyî li bazarê li bendê ne ku sewalekê bifiroşin. Lê esnaf dikin û nakin nikarin sewalên xwe bifiroşin. Kasim Abî da zanîn ku her diçe rewşa sewalkariyê ber bi nebaşbûnê ve diçe û got: “Ev 32 sal e ez bi sewalkariyê re eleqedar dibim. Lê îsal firotina sewalan gelek xerab e. Sewalên em dikirin jî nikarin ji destê xwe derbixin. Hemû sewal di destên me de dimînin.” 
 
Abî destnîşan kir ku yek ji sedemê vê rewşa xerabe ew e ku îthalkirina goşt tê kirin û buhakirina êm e û got: “Sala par firotina sewalan li gor îsal baştir bû. Her diçe rewş xerabtir dibe. Her sal em dibêjin xwezî bi par. Ji ber buhakirina êm em ketine rewşek zor. Ger ev rewş dewam bike em ê dest ji sewalkariyê berdin û li mala xwe rûnên. Ji ber ku em van sewalên di destên xwe de jî bi zerarê xwedî dikin.” 
 
‘HER DIÇE REWŞ XERABTIR DIBE’ 
 
Reşît Yildiz ê ku di salên 1990’î de ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Wanê kir jî diyar kir ku îthalkirina goşt rewşê xerabtir kiriye û wiha axivî: “Tu qîmeta sewalan wek berê nemaye. Em heqê keda xwe bi dest naxin. Sewalên me jî fabrîkayên me ne. Li Wanê fabrîka tune ne. Debara me tenê sewalkarî ye. Lê her diçe sewal bêqîmet dibe. Ev 15 sal e ez sewalkariyê dikim. Di vê pêvajoyê de dem bi dem me zerar jî kir û kar jî kir. Lê belê tu demê me wek niha zerarê nekiriye. Em daxwaz dikin ku dewlet dev ji îthalkirina goşt berde. Em ji bilî vê tiştekî din naxwazin.” 
 
‘EZ Ê DEST JI SEWALKARIYÊ BERDIM’ 
 
Esnaf Seyfettîn Markoç jî diyar kir ku 15 sal e ew karê sewalkariyê dike û wiha got: “Ji îsal şûn ve min biryar girt ku dest ji sewalkariyê berdim. Buhayê kîloyek kayê bûye milyonek û 30 qirûş. Êm jî wiha buha bûye. Êdî em nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Ji ber vê yekê jî em ê dest ji sewalkariye berdin. Her tişt tê zemkirin, lê buhayê goşt dikeve û sewal pere nakin.” 
 
‘BILA ÇARESERIYÊ BIBÎNIN’ 
 
Kemal Abî jî bal kişand ser rewşa piyasê û got: “Ev 15 sal e ez sewalkariyê dikim. Îsal piyase rawestiyaye. Ka û êm bandorê li ser bihayê sewalan dikin. Her diçe kar kêm dibe. Em jî nizanin ku li hemberî vê rewşê çi bikin. Bila ji vê rewşa nebaş re çareseriyekê peyda bikin." 
 
MA / Mahmut Ruvanas