TUSÎAD’ê peyva ‘zilamên karsaz’ kir ‘mirovên karsaz’

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Zilamên Karsaz û Pîşesazan a Tirk (TUSÎAD) navê xwe guhert û navê “Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesazan a Tirk” li xwe kir. 

Komeleya Zilamên Karsaz û Pîşesazan a Tirk (TUSÎAD) di 48’emîn Lîjneya Giştî ya Asayî de navê xwe guhert. TUSÎAD’ê navê xwe yê nû kir “Komeleya Mirovên Karsaz û Pîşesazan a Tirk.” 
 
Peyva “Zilamên karsaz” bi peyva “Mirovên karsaz” guhert. Dê kurtenavê komeleyê dîsa wek TUSÎAD’ê bê bilêvkirin.