Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin

img

COLEMÊRG – Şêniyên li gundên Colemêrgê sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber bihabûna êmê sewalan neçar man ku sewalên xwe derdixin çiyayan û li ser gûniyan diçêrînin. 

Li herêma Colemêrgê yek ji rastiya debara herêmê xwedîkirina sewalan e. Ji ber zozan û mêrgên çêrandina sewalan li gundiyan hatin qedexekirin, nikarin giya ji sewalên xwe re biçînin û nikarin rêsî û giha kom bikin. Niha jî ji ber bihakirina êm şêniyên gundan bi gazincin. Şêniyên li mezraya Trafîk a bi ser navenda Colemêrgê ve ji ber bihabûna êm nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Welatiyên nikarin sewalên xwe bi êm têr bikin, neçar dimînin wan derdixin çiyayan û gûnî bi wan didin xwarin. 
 
'ÇAREYA ME GÛNÎ MAYE’ 
 
Recep Yigît ê bi sewalkariyê debara malbata xwe dike diyar kir ku ji ber bihabûna êmê sewalan neçar mane ku serî li rêbaza gûnî xwarinê bidin û wîha got: “Tonek ka gihîştiye hezar û 400 TL’yî. Îsal ji ber qedexeya zozanan me nikaribû giya biçînin. Em nikarin kayê û giya jî bistînin. Ji ber vê yekê me gûniyên li çiyayan berhev kir û bi sewalên xwe didin xwarin. Em gûnî hûr dikin û sewalên xwe wiha têr dikin. 
 
'XWEDÎKIRINA SEWALKARIYÊ BIHA BÛYE’ 
 
Emît Yigît jî behsa şert û mercên xwedî kirina sewalan kir û got ku îsal ji ber zivistan dijwar derbas nebû hinek bêtir bi hêsanî sewalên xwe xwedî dikin. Yigît destnîşan kir ku sermaliya xwedî kirina sewalan her ku diçe biha dibe û bihakirina êm bandorek neyînî li ser wan dike. Yigît got ku debara wan li ser pişta sewalkariyê ye. 
 
MA / Hamza Gunduz