Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e

img

WAN - Esnafên Wanê piştî erdhejê ji bo deynê baca wan bê efûkirin serî li rayedaran dan, lê hemû serlêdanên esnafan bê encam hat hiştin. Bajarê Wanê di milê deynê bacê de di nava 81 bajaran de bi 6 milyon û 350 hezar tl deynê bacê ket rêza yekemîn. 

Li Wanê di mijdar û cotmeha 2011'an de 2 erdhej çêbûn. Bi hezaran dikan û xanî xera bûn. Zivistana 2011-2012'an esnafên Wanê qet kar nekirin. Ji ber dikan zerarek mezin dîtin xwestin deynê baca wan bê efûkirin. Esnafên Wanê tevî serî li hemû rayedaran dan serlêdanên wan ên ji bo efûya bacê bê encam ma. Her çend beriya hilbijartinan rayedarên îktîdara AKP'ê soz dan welatiyan ku deynê baca wan betal bike jî bi awayekî fermî tu gav nehat avêtin. Ji ber deynê esnafan pir zêde bû êdî esnaf nikarin bazirganiyê bikin û ketin bin deynê zêde. 
 
WAN DI MILÊ DEYNAN DE KET RÊZA YEKEM 
 
Hikûmet biryarnameyek nû weşand û biryar da ku deynê bacê yê esnafan di sala 2018’an de dê li 60 mehan belav bikin. Di biryarê de hat diyar kirin ku deyn dê li 30 taksitan bê belavkirin. Esnafên Wanê ku bi salan e li benda efûya deynê bacê ye, disa deynê wan nehat betalkirin. Li şûna deynê wan bê belav kirin deynê wan li taksîtan hat belavkirin. Esnafên ku deynê wan nehat betalkirin, bi giştî deynê esnafên Wanê yê bacê derket 6 milyar û 350 milyon TL. Bajarê Wanê di milê deynê bacê de di nava 81 bajaran de bi 6 milyon û 350 hezar tl deynê bacê ket rêza yekemîn. 
 
GER DEYNÊ XWE NEDIN DÊ FAÎZ BÊ SER DEYNÊ WAN
 
Hikûmeta AKP'ê bi biryarnameya nû bi şertê her ji 2 mehan carekê taksîtan bidin deynê esnafan li 60 mehan belav kir.  Li şûna deynê esnafan betal bike deynê esnafan li 30 taksîtan belav kir. Ger ku esnaf nikaribin deynê xwe bidin dê deynê wan zêde bkibe û faîz bê ser deynê wan. Hikûmetê 5,5 salan deynê wan taloq kir û bû sedem ku deynê bacê zêdetir bibe. 
 
HEM DEYNÊ BACÊ HEM JÎ DEYNÊ XANIYÊN TOKÎ KETIN SER HEV
 
Esnafên ku xanî ji TOKÎ stendin, hem deynê bacê yê 5 sal û nîvan û hem jî deynê xaniyên TOKÎ ketin ser hev û barê wan girantir bû. 
Xaniyên TOKÎ ku her yek 45 hezar TL mesref lê çû, bi 100-110 hezar tl dan welatiyên Wanê. Taksidên deynê xaniyên TOKÎ dest pê kir û barê welatiyan girantir kirin. Heta niha gelek welatiyên ku takstînên xwe nedan ketin bin îcrayê. Gelek welatiyên ku xaniyên wan zerar dît, bi erzanî xaniyên xwe firotin û bi buhayekî zêde xanî ji TOKÎ kirîn. 
 
Serokê Odeya Herêmên Muşavîrên Malî û Hesabgirên Serbest ên Wan, Agirî û Colemêrgê (SMMMO) Îbrahim Şahin, diyar kir ku pêvajoyek gelek zor û zahmet li pêş esnafên Wanê ye û wiha got: “Piştî erdheja Wanê herêmên Patnosa Agiriyê û Elcewaza Bedlisê wekî qadên sebebê mucbir îlan kirin. Ji bo van herêman daxuyaniyên fermî nehatin dayîn. Deyn hatin taloqkirin û dirêjkirin. Di salên 2011, 2012 û 2013'an de me hişyariya bacê li Odeyên Wanê û konseya aboriyê kir. Lê deynê bacê nehat betalkirin. Me bi dehan caran serî li rayedaran da, lê serlêdan bê encam ma."  
 
‘ME AGAHÎ DA RAYEDARAN LÊ..'
 
Şahîn da zanîn ku di 31'ê Hezîrana 2017’an de mucbîra li ser bacê ya Wanê hat rakirin û wiha got: "Heta 31'ê Tebaxa me xwest bersîvekê bidin me, lê hemû serlêdanên me bê bersîv man. Li gorî agahiyên gihiştin destê me 100 hezar beyanname nedane. 100 hezar beyanname her yek hezar TL bi giştî digêje 100 hezar TL zerarê. Ji serokomar heta serokwezîr me serî li hemû rayedarên hikûmetê da. Deynê esnafên Wanê 6 milyar û 350 milyon TL (6 trilyon 350 milyar) ye. " 
 
Şahîn da zanîn ku di 17'ê texaxa 1999'an de li Sakarya ji erdhej çê bû û şertê "Ji sedî 10 windahiya esnafan" li ber çavan hat girtin û bacê wan hatin betalkirin. Ji ber erdhejên zêde yên li Wanê gelek esnafan Wan terk kir. Deynê bajê yê esnafên Wanê di nava 81 bajarên Tirkiye de di rêza yekem de cih digire." 
 
MA / Mahmut Ruvanas