‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’

img

ÎZMÎR - Platforma Şaxa KESK’ê ya Îzmîrê, ji bo bi dawî anîna OHAL û KHK’ê çalakî li darxist û banga tekêkoşîna demokrasiyê ya li dijî OHAL’ê li raya giştî kir. 

Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) a Îzmîrê, bi armanca şermezarkirina OHAL û KHK’ê di ketina Kemeralti ya navçeya Konakê de li hev kom bûn û çalakî pêk anî. Kedkarên çemawerî berî daxuyaniyê nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê kedkaran Serokê Şaxa Çandiniya Orkam-Sen çağdaş Topal axivî û wiha got: “AKP ji bo desthilatdariya xwe domdar bike OHAL’ê bi kar tîne. Em hevpeymana firotinê qebûl nakin. Em dixwazin mîna mirovan bijîn. Em karên bi ewle dixwazin. Ji bo OHAL bi dawî bibe em banga têkoşan  demokrasiyê li raya giştî dikin.”
 
Piştî axaftina Topal, çalakî bi dawî bû.