Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke

img

STENBOL – Aborîzan Prof. Dr. Erol Katircioglu, bal kişand ser bandora operasyona li ser Efrinê ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Ger ku ev operasyon dirêj bibe û leşker bên kuştin, rageşiya navbera Tirkiye/DYA an jî Tirkiye/Rûsya derkeve holê û Sûriye tev li vê pêvajoyê bibe dê di demên pêş krîza aborî li ber derî be. 

Li Tirkiye piştî îlankirina OHAL'ê aboriya Tirkiye serberjêr çû. Piştî îlana OHAL'ê qeyrana aboriyê bandora xwe li ser zem û bacê dike. Bi taybetî piştî OHAL hat îlankirin 66 fîrmayên cil, sektora turîzmê, tekstîl, otomotîv, marketên tekno, Electro Word û Chevroletê hatin girtin. Piştî operasyona li dijî Efrinê tê payin ku dîsa pirsgirêka aborî kûrtir bibin. Têkildarî bandora operasyona Efrînê ya li ser aboriya Tirkiye Aborîzan Prof. Dr. Erol Katircioglu, ji Ajansa Mezopotamya re nirxand. Katircioglu diyar kir ku aboriya Tirkiye li gorî siyaseta Tirkiye hildibe û dadikeve û raste rast siyaset bandorê li ser rewşa aborîyê dike û wiha got: "Dibe ku di demek nêzîk de bandora vê yekê xuya nebe. Lê pir aşkere xuya dibe ku êdî siyaset jî û aborî jî ketiye nava qeyrana ku kes nikare wê bi rêve bibe. Berî her tiştî mezinbûna 2017'an dê li dora 6-7'an be. Ev mezinbûnek bilind e. Lê dema em li vê mezinbûnê binerin mezinbûnek asayî ye an mezinbûna hatiye nepiqandin û zor lê hatiye kirin e. Em dikarin bêjin bandora fonê krediyan, bacên OTV, KDV bandorek mezin li ser aboriyê dike. Dema ku em li deynê derve ango cudahiya navbera firotin û kirîna derve û hundir binerin ev yek quya dibe. Li gorî şert û mercên îro em binerin xuya dibe ku dê enflasyon zêde bibe. Mezinbûna Tirkiye dê li ser civakê bibe mal. Hem dê deyn zêde bibe û hem jî dê enflasyon bilind bibe." 
 
GER ABORÎ BAŞ BE ÇIMA ŞÎRKET DIREVIN
 
Katircioglu, bal kişand ser şîrketên ku di salên dawî de li Tirkiye deriyê xwe girtin û çûn  û wiha got: "Sê sedemê çûna van şîrketan hene. Sedema yekemîn şertên Rewşa Awarte (OHAL) e. Sedema duyemîn bê aramiya siyasî ye. Ya sêyemîn jî dûrketina ji demokrasiyê ye."  
 
EFRÎN DÊ BANDORÊ LI SER ABORIYÊ BIKE
 
Katircioglu, anî ziman ku her çend aperasyona Efrînê di demek nezîk de bandorê li ser aboriya Tirkiye neke jî dê di demên pêş de bandorek mezin li ser aboriyê bike û wiha berdewam kir. Ger ku îro operasyona Efrînê demdirêj bidome û leşker bên kuştin dê bandora xwe li ser aboriyê bike. Mijada duyemîn ger ku têkiliyê navbera Tirkiye û DYA ango Tirkiye û Rûsya ji planên li ser Efrinê yên destpêkê cudatir bên guhertin, rê rageşî jî zêde bibe. Ya sêyemîn jî ger ku Sûrye jî tev li vê lîstikê bibe dê dîsa bandora xwe li ser aboriyê bike. " 
 
Katircioglu, anî ziman ku piştî şerê li dijî Efrînê baweriya navbera civakê jî ji sedî 10 hatiye guhertin û wiha berdewam kir: "Li vî welatî hesta nijadperestiyê hatiye sorkirin. Dema em îro li buhayê zêr dinerin em dibînin ku zêdebûnek bi ewle tune ye. Em dibînin ku kar û aborî di rêya xwe de naçe. Her tişt di bin rîskê de ye. Her çend Wezîr Nihat Zeybekçî bêje dê di sala 2018'an de ji bo fabrîqe û razemeniyê piştgiriyek mezin bê jî wezîr tabloyek xweşik pêşkêşî civakê dikin. Lê ev wisa naçe. Dîsa Mehmet Şimşek dibêje şer bandora xwe li ser aboriyê pir bi sinor e. Dibe ku hikûmet ji bo di 2019’an de îktidara xwe winda neke di aboriyê de zêdebûnekê çêke, lê emrê vê yekê ne dirêj e û nikare demdirêj di ber xwe bide. Dibe ku di demek kurd de krîz çênebe. Lê krîza aborî ya demdirêj li pêş me ye. 
 
MA / Yasin Kobulan