Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin

img

STENBOL - Esnafan diyar kir ku di navbera bihayên îsal û sala çûyîn de ferqek zêde heye û wiha gotin: "Bi taybetî jî piştî şerê li hemberî Efrînê êdî li bazarê kar nemaye. Bi mirovan re pere jî neman. Hemû pere ji gel stendin û ji bo şer xerc kirin." 

Fatûreya krîza aborî û şer li gelê Tirkiyeyê tê birîn. Piraniya çavkaniyên welat ji bo şer hatine veqetandin û bi operasyona li dijî Efrînê ev rêje zêdetir bû. Her wiha di demên dawî de bazarvanên ku nikarin tu karî bikin, diyar kirin ku hikûmet pereyê gel ji bêrîka gel derxistiye û ji bo şer xerc dike. Li bazara ku li Ûnkapaniya Stenbolê em li esnafan geriyan û me rewşa aboriyê ji wan pirsî. 
 
‘JI GEL DISTÎNIN, JI BO ŞER XERC DIKIN' 
 
Bazarvan Ferhat Seçen, diyar kir ku ji roja ku şerê Efrînê dest pê kiriye heta niha rewşa karê wan ne tu rewş e û wiha domand: "Tam xwîn dikeve canê me, lê em dinêrin ji nişka ve xwîna me distînin. Êdî bi gel re pere nemaye. Li bazarê biha di navbera lîreyekê du lîreyan de ye, lê dîsa jî mirov nikarin tiştekî bikirin." Seçen got êdî li halên zebze û fêkiyan jî ber tên stokkorin û wiha domand: "Halvan di rewşên awarte de mal derdixin holê û bi bihayekî zêde difiroşin. Bihayên bazarê wek borseyê ne, tim dilivin. A rast diviya zivistanê kar baş bûna. Havînê ji ber mirov diçin betlaneyê kar nabe. Lê îsal bi taybetî piştî şerê Efrînê li bazarê kar nema. Dema bi gel re pere hebe bazar zînde ye. Lê bi mirovan re pere nema. Hemû pere ji mirovan stendin û ji bo şer xerc kirin." Seçen got li bazarê tişta herî erzan kartol e, lê dîsa jî nayê firotin û wiha got: "Gel herî zêde du kîloyan distîne, lê carinan ev datê nîv kîloyî jî. Dema nîv kîloyî dixwazin em şaş dibin. Lê em dizanin pere bi wan re tune ye. Dema wisa dewam bike rewş wê nebaş be." 
 
'DI NAVBERA BIHAYÊN ÎSAL Û SALA ÇÛYÎN DE FERQEK ZÊDE HEY' 
 
Bazarvan Mûstafa Mîr jî got bi mirovan re pere nemaye û wiha domand: "Em kîloya porteqalan bi 2 lîreyan didin. Malbateke qelebalix berê 4-5 kîlo dikirîn. Niha bi zor kîloyekê distîne. 28 sal in bazarvaniyê dikim, di navbera bihayên îsal û sala çûyîn de ferqek zêde heye. Sala çûyîn sêv 2 lîre bûn. Niha ji 3 lîreyan zêdetir e. Malên baş ji bo îxracatên tên bikaranîn. Malên din jî li bazaran tên firotin, lê bihayên wan zêde ye. Îro mirovek hezar û 500 lîre meaş werdigire. Hevjîna wî bi 20-30 lîreyî tê bazarê û danûstendinê dike. Kîloya firingiyan 5 lîre ye, qaba hêkan 12 lîre. Kartol du lîre û nîv, sê 3 lîre ye. Bi vî awayî 50 lîre diçe. Heke ji tîştên hatin rêzkirin herkê kîloyekê jî bistîne ew pere têr nake. Roj heye em zirarê dikin. Ji bilî bazarvaniyê karekî ku ez bikim tune ye. Êdî em dibêjin hema bila şorbeya me bikele bes e. Heke ev kar jî biqede em ê birçî bimînin." 
 
MA / Muhammed Dogru