ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin

img

STENBOL - Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Murat Çakir, diyar kir ku di serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Çakir, anî ziman ku berê di qezayan de jiyana xwe ji dest didan, niha jî ji ber deynan întihar dikin." 

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), rojên borî rapora meha Çile ya 2018'an a cînayetên kar bi raya giştî re parve kir. Meclîsa ÎSÎG'ê  di rapora Çileyê ya bi sernavê "Cinayetên Kar" de diyar kir ku di Çileyê de 141 kedkaran jiyana xwe ji dest daye. Meclîsê di raporê de ev agahî parvekirin: 
"Di Çileyê de 141 kedkarên jiyana xwe ji dest dan. Du ji wan temenê wan 14 salî û di binê 14 salan re, bi giştî 5 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan.
Cinayetên kar herî zêde li qada înşaet, çandinî, metal, barkêşî û şaredarî/karên giştî de, qewimîn. Herî zêde li bajarên Stenbol, Bursa, Antalya, Kocaelî, Konya, Edene, Aydin û Îzmîrê karkeran jiyana xwe ji dest dan. Karkerên jiyana xwe ji dest dane, 11'ê wan (ji sedî 8) karkerên sendîkayî, 130 karker (ji sedî 92) jî bê sendîkayî ne. Di Çileyê de 6 karkeran întixar kir. Li Tirkiyeyê karker ji ber deyn, mobbîng û bêkariyê serî li rêyên întîharê didin."
 
Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Murat Çakir, anî ziman ku gelek ji wan zarok û koçber in û karkerên demsalî ne û wiha got: "Cînayetên kar di demsala havînê de zêdetir dibin. 11 ji wan sendîkayî û 130 karker bê sendîka ne. Di serdema OHAL’ê de cînayeta karkeran zêde bû. OHAL li dijî mafê jiyana karkeran e."  
 
‘20 HEZAR Û 500 KARKER MIRIN'
 
Çakir, destnîşan kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de cînayeta karkeran zêde bûye û wiha got: "Di serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. AKP'ê modela jiyana bê ewle û bê parastin pêş xist. Bi îlana OHAL'ê re ewlehiya kar û ewlehiya jiyanê nema. Sedema cînayetên kar bê ewlehî û bê tedbîrî ye. Ji ber kar gelek saet dixebitin û bi erzanî dixebitin cînayetên kar jî zêde dibin. Dîsa mafê wan ê sendîkayî ji destê wan tê girtin. Bi OHAL'ê re mafê karkeran ji destê wan hatiye girtin. Karker di karê talûke de dixebitin. Di serî de Serokomar guh didin daxwazên patronan. Guh nadin daxwazên karkeran. Qezayê wekî qaderê pênase dikin. Em ji vê yekê re dibêjin NA! Sedema can cinayetên kar, feraseta polîtîkayên neoliberal û pergala neolîberal in." 
 
Çakir, destnîşan kir ku yek ji sedema qezayan ji ber betaliyê ye û karkerên betal dimînin neçar dimînin di şertên bê ewle û erzan de kar bikin. Çakir, anî ziman ku niha 6 milyon mirov betal in û wiha got: "Di her malekê de kesek betal e. Ji 3 jinên ciwan yek jê betal e. Di sala dawî de 483 hezar kesên betal ên li dervê qeydan zêde bûn. 
 
BI EFRÎNÊ RE QRÎZA ABORÎ ZÊDETIR DIBE
 
Çakir, herî dawî bal kişand ser şerê li ser Efrinê tê meşandin û aboriyê û wiha got: "Şerê li dijî Efrînê bêtir rê li pêş qrîza aborî vedike. Şer êdî nikare ser rastiyên wan bigire. Cînayetên kar zêde dibin. Krîza aborî zêde dibe. Betalî û xizanî zêde dibe. Di vê pêvajoyê de divê çîna karkeran xwe bi rêxistin bike. Divê bibe yek û di nava piştevaniye de be. Divê çîna karkeran li nirxên xwe yên gerdûnî yên wekhevî, azadî, aştî û xweh-biratiyê xwedî derkevin. Divê ji bo bijîn bidin jiyandin." 
 
MA / Elîf Çetiner