‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’

img

AMED - Hevparên Ked û Demokrasiyê, xwestin Hevserokê Şaxa BES’ê yê Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê li Enqerê hat binçavkirin bê berdan û gotin nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan.

Hevparên Ked û Demokrasiyê yên Amedê, derbarê Hevserokê Şaxa Sendîkayên Kedkarên Buro (BES) a Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê di 13’ê Sibatê de li Enqerê hat binçavkirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna li avahiya BES’ê hat lidarxistin de, Hevseroka Şaxa BES’ê Dîlan Yakut axivî û wiha got: “Çetînkaya ji bo falîyetên sendîkayê çûbû Enqerê. Polîs bi lêdanê wî binçav dikin û polîsên hêzên taybet ser mala wî ya Amedê de digirin. Ev yek li dijî hiqûqa  navneteweyî ye.”
 
 ‘REXNEYÊ MÎNA DELÎLÊ SÛC NÎŞAN DIDIN’
 
Yakut, diyar kir ku bi OHAL’ê re rexnekirin jî êdî weke sûc tê dîtin û wiha bilêv kir: “Desthilatdariya AKP’ê bi pêkanînên keyfî girtin û binçavkirinan berdewam dike. Her tim OHAL’ê dirêj dikin û wisan xuya dike ku dê zêdetir dirêj bikin. Bi rejîma OHAL’ê re îxbar kirin jî zêde bûye. Hikûmeta AKP’ê rexnekirin êdî bûye sûc. Ji ber vê yekê edalet, demokrasî, mafê mirovan, hiqûq û îfadeya azadiyê bin pê kirin. 
 
‘EMÊ NEBIN KARMENDÊN AKP’Ê’ 
 
Yakut, destnîşan kir ku  dê ked û demokrasî têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne û wiha bidawî kir: “Em ê li her derê û li her cihê nebin karmendên AKP’ê. Em dixwazin endamên MYK’a KESK’ê Elîf Çuhadar, Hevserokê me yê şaxê Bedîrhan Çetînkaya, rêveberê me yê şaxa Edeneyê Denîz Polat, hemû parêzvanên ked, demokrasî, aştî û azadiyê demildest bên berdan.”