'Di sanayiya parastinê de pergala hewzê ava kirin'

img

STENBOL - Nivîskar Yusuf Gursucu, aşkera kir ku AKP'ê çawa di medyayê de pergala "hewzê" ava kir, bi heman şeklî di sanayiya parastinê de jî pergalek ava kiriye û ev tişt got: "Ne bacê didin ne jî SSK'ê. Pêwîstî bi erd hebe, erd didin. Kesên di vê qadê de bixwazin razemeniyê bikin, teşwîqên gelek mezin hene."

Edîtorê nûçeyan ê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Nivîskar Yusuf Gursucu, da zanîn ku AKP'ê çawa di medyayê de pergala "hewzê" ava kiriye, di sanayiya parastinê de jî pergalek ava kiriye, herî dawî bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ya bi Hejmara 696'an, Musteşariya Sanayiya Parastinê bi Serokomar Tayyîp Erdogan ve girêdan.
 
‘BI DESTÊ HEWZÊ ARASTE DIKIN’
 
Gursucu destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê heta niha bi pergala "hewzê" di serî de polîtîkaya aboriyê medyayê, gelek sektor arast dikirin û ev tişt anî ziman: "Hemû derfetên di destê cemaweriyê de û hêz bi van hewzan ve girêdan û gelek xwe mezin kirin. Di serê van sektoran de, înşaet, enerjî, maden û medya tê. Demek dirêj bû amadekariya 'hewza sanayiya parastinê' dikirin, ev jî ava kirine. Bi KHK'a dawî re sanayiya parastinê bi Erdogan ve girêdan."
 
'ÎHA DI ŞIRKETA ZAVA DE TÊN ÇÊKIRIN'
 
Gursucu aşkera kir ku hin şirketên çekan, di nava şirketên mezin ên cihanê de cihên xwe girtine û wiha pê de çû: "Aselsan bi cîroya xwe ya milyarek 195.28 milyon dolarî, di cîhanê de di rêza 57’an de ye, (TAI) Turkish Aerospace Industries jî bi milyarek 83.75 milyon dolarî di rêza 61’an de ye û Roketsan jî bi cîroya 363.69 milyon dolarî di rêza 98’an de ye û di nava 100 şirketan de cihê xwe digire." Gursucu bi lêv kir ku hin şirketên çekan çê dikin, raste rast girêdayê malbata Erdogan û dostên wî ne û wiha got: "Zavayê Erdogan Selçuk Bayratkar, Maşîneyên Hewayî yên bê Mirov (ÎHA) û Maşîneyên Hewayî yên bê Mirov û Bi Çek (SÎHA) çê dike. Rêvberê AKP'ê Ethem Sancar maşîneyên zirxî BMC û Wekîlê AKP'e yê Îzmîrê Îsmaîl Katmercî jî xwediyê Katmerciler Gurbê ye û TOMA û maşîneyên zirxî çê dike." Gursucu da zanîn ku BMC dixwaze maşîneyên zirxî yên sivik û motorên tangan çêke û bi vî şeklî dixwazin sermayeyê bi xwe ve girê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev kes ne bacê didin û ne jî SSK'ê. Qad lazim be qadên bêhempa didin van. Kesên di vê qadê de razemeniyê dikin, teşwîqên mezin hene. Ev hemû ji bêrîka gel derdikeve."
 
‘DIXWAZIN BI SANAYIYA PARASTINÊ XWE MEZIN BIKIN’
 
Gursucu derbirî ku AKP dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzeke mezin û ev nirxandin kir: "Dixwazin li Rojhilata Navîn û Afrîkayê id warê sanayiya parastinê de talanekê nû bi pêş bixin, hem jî dixwazin qadeke razemeniyê vekin. Bi taybetî dixwazin rezerveyên enerjiyê yên herêmê bixin destê xwe. Bi hewldana dagirkeriya Efrînê re, şirketên hewzê yên ku ava kirine, dixwazin di warê sanayiya parastinê de xwe mezin bikin. Ev bi zelalî tê dîtin." 
 
Gursucu diyar kirku desthilatdarî ji bo xwe li derve û hundur bigire, şer bi pêş xistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi hewldana dagirkeriya Efrînê re, dixwazin şer derxin û bi vê rêyê sanayiya parastinê bi pêş bixin, amûrên şer ên ku hilberîna wan kirine di vî şerî de biceribînin û van çekan di bazarê de bifiroşin û reklama van bikin. Gavên belengazî yên rojekî ber bi DYA, roja din ber bi Rûsyayê û rojtira din Yekitiya Ewropayê jî dide nîşan gelekî tengîjî ne. Deynê wanê derve û hundur gelekî zêde bûye û tirsa wan dê çawa razînin heye. Ji ber wê hewldana dagirkirina Efrînê û polîtîkaya şer ji bo berjewendiyên wan in. Lê ji ber van berjewendiyên wan her roj bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev di çavê desthiltdariyê de ji hejmarê wêdetir tu qîmeta xwe tune."
 
MA / Sadiye Eser