Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke

img

DÎLOK  - Dikandarên Sîteya Pîşesaziyên Biçûk ên Dîlokê, diyar kirin ku ji ber kargehên neqeydkirî û tevgera kûra dowîzî li ber topavêtinê ne û gotin: “Gotınên ‘Aborî baş dibe. Nîşaneyên aboriyê baş in’ tu fêdeyê li berîka me nake. Wê demê çima rewşa karên me xerab e?”

Krîza aborî ya ku hikûmet li hemberî wê xwe li nedîtinê datîne, bi taybetî li karên sanayiyê yên mezin û biçûk xistiye. Ji 60 komên pîşeyî yên mîna Tamîrkarê Otoyê, Kaportevan, Boyaxvan, Ceyran, Raxefiroşî, Lastîkvan, Tornevan û 4 hezar kargehên li Kooperatîfa Sîteya Sanayî ya Biçûk a Dîlokê yên divê rewşê de ne, nîşaneyên herî berbiçav in.    
 
Dikandarên kargehên wan di sîteya sanayiyê de ku nêzî 25 hezar kesan îstîhdam dike, bi taybetî ji ber zêdebûna kûra dowîzî bihayê parçeyên tirimbêlên derveyî welat pir zêde bûne. Ji bo dikandar kar bikin, neçar in karên erzan bikin. Hostayê kaporta Halîl Gur, diyar kir ku li gorî sala borî karê wan pir ketiye û wiha axivî: “Berî salekê min heya 3’ê hezar û 500 lîreyan kar dikir. Lê îro ancax nêzî 2 hezar lîreyî kar dikim.
 
‘PÎŞESAZIYA DÎLOKÊ 4 SALIN DIPERPITE’
 
Gur, anî ziman ku fiyetên parçeyên îthal, ji ber zêdebûna dowîzan, êdî kar nakin û wiha got: “Em dikandarên pîşesaziyê bi nanoziko dixebitin. Nîvê qezenca me i bacê re diçe. Pîşesaziya Dîlokê 4 salin diperpite. Em xweziya xwe bi rojên berê tînin. Divê ev rewşa me bê çareserkirin.”
 
JI BO PÊŞEROJÊ BÊHÊVÎ NE 
 
Gur, da zanîn ku gelek rojan bêyî kar bikin, dest vale vedigerin malên xwe û got: “Ji ber her tişt biha bûne û bi taybetî kargehên wan neqeydkirîne, tiştekî qezenc nakin. Pêşeroja aboriya Tirkiyeyê pir tarî ye. Êdî tu hêviyên me yên ji bo pêşerojê nemane. 40 salin li vê pişesaziyê dixebitim. Tiştên ku di 3-4 salên dawî de ditîne, tenê Xwedê dizane. Me ewqas parlamenter hilbijartin û şandin meclîsê, kesekî tiştek ji bo me nekir û li rewşa me nepirsîn.” 
 
‘GER ABORÎ BAŞ BE, WÊ DEMÊ ÇIMA REWŞA ME XIRAB E?’
 
Tamîrkarê tirimbêlan Ahmet Yildirim jî, diyar kir ku bertek nîşanî krîza aborî da û wiha got: “Hikûmet dibêje ‘Aborî mezin dibe, nîşaneyên aboriyê baş in’ lê tu fêdeya wê li berîka me nabe. Ger aborî baş be û nîşayên aboriyê baş bin, wê demê çima rewşa me xerab e? Hikûmet ketiye derdê xelaskirina pîşesaziyên mezin. Ji xwe dikandarên biçûk ji zû de ji bîr kiriye. Me gelek parlamenter hilbijartin û şandin Enqereyê. Yek ji wan jî pirsa rewşa me nekiriye. Di demên hilbijartinê de tenê aqlê wan tê serê wan.”