Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne

img

MÊRSÎN – Ahmet Şeremet ê di darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.” 

Ahmet Şermet ê di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ku li girtîgehê hîn bû, piştî derket li derve jî didomîne. Şeremet, balê kişand ser piştevaniyê û hevkariyê û wiha got: “Di girtîgehê de hîn bûm ku mirov heyîneke civakiyî ye.” 
 
CERIBANDINA WÎ YA EWIL A KOMUNÊ
 
Şeremet, anî ziman ku ew di sala 1981’ê de hatiye girtin û piştî 7 salên Girtîgeha Amedê hatiye tehliyekirin. Şeremet, diyar kir ku wî di sala 1991’ê de hewl daye li gor jiyana komunî tev bigere. Şeremet, got ku ji bo projeyeke ku boyaxvanên pêlavan bi hevdu re bixebitin tev geriyaye û wan “Boyaxkirina Pêlavan a Lostrayê” ava kiriye.  Şeremet wiha domand: “Me çend heval daxwazname da şaredariyê. Me ji bo sponsoriyê bi markaya McDonaldsê re jî li hev kir û me di sala 1991’ê de li ber Mizgefta Mezin qada xwe ya Lostrayê çê kir. Em 10 kes li wir xebitîn. Ji boyaxkirina pêlavan bigirin heta dirûtina pêlavan, me gelek kar dikir û pereyê me bi dest dixist, dixist komunê û her kes bi saya vê komunê nan dibir mala xwe.” 
 
'EM BI HEV RE DIXEBITIN, BI HEV RE QEZENC DIKIN’ 
 
Şermet di sala 1992’yan de dîsa tê girtin û 8 salan di girtîgehê de dimîne. Şermet ji bo projeya xwe ya komunê ya nîvcomayî dubare tev digere û di sala 2011’an de projeya “Komuna Boyaxkirina Pêlavan a Lostrayê” berpêşî Şaredariya Akdenîzê dike. Wê demê bi piştevaniya Şaredariya Akdenîzê ya BDP’î projeya xwe ya komunî li Kolana Nexweşxaneyê ava dikin. Şeremet, diyar kir ku cihê wan ji heft odeyên biçûk û bufeyekê pêk tê û liv ir 8 kes qezenc dikin.  Şeremet, dest nîşan kir ku divê projeyên bi vî rengî li hemû bajar û navçeyan bên berbelavkirin. 
 
‘KOMUN TUNE BE JIYAN JÎ TUNE YE’ 
 
Şeremet, dest nîşan kir ku divê projeyên bi vî rengî li her qadên jiyanê bên berbelavkirin û wiha got: “Divê li qadên wek çandinî, fabrîke û hwd. jî projeyên bi vî terhî bên çêkirin û qadên xebata komunî bên peydakirin. Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê. Ji bo ev rewş xwe nedin der divê her kes bi awayekî wekhev, adil jiyana xwe îdame bike. Ev yek jî bi komunê pêkan e.” 
 
Şeremet, diyar kir ku heta hevalek tenê 100 lîreyî bibe mala xwe, bila bi komunê her heval 100 lîreyî bibin mala xwe.