Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da

img
ÎZMÎR - Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê li Bornavayê di dixebitî, ket birka plastîkên kevin û jiyana xwe ji dest da.  
 
Abdullah Ahmed ê ji  Sûriyeyê yê di atolyeya paşve vegerîna plastîkan a li taxa Kazim Dîrîk a  navçeya Bornovaya Îzmîrê dixebitî, denga xwe winda kir û ket birka plastîkên kevin. Suayî Palta yê 43 salî ku xwest Ahmed ji birkê derbixe, ew jî ket birka plastîkên kevin. Li ser agahiya karkeran polîs û ekîba tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Her du karker ji birkê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Fakultaya Tipa Zanîngeha Ege yê. Li gel hemû hewldanan Ahmed jiyana xwe ji dest da û dermankirina Palta jî didome.  
 
Cenazeyê Ahmed rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Hat zanîn ku karker di birka plastîkan de jehrî bûne.