Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye

img

STENBOL – Karkerên Camê yên ji Fabrîqeya Camê ya Paşebahçeyê ya girêdayê Şîşecama Luleburgazê ji kar hatin avêtin, du roj e dimeşin. Meşa li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê dest pê kir, di roja duyemîn de ye û karker edalet, kar û qut dixwazin.

Li navçeya Luleburgazê ya Kirklareliyê, bi hinceta "zêdehiya îstihdamê" 91 karker ji Fabrîqeya Camê ya Paşebahçeyê hatin avêtin, karker ji bo vê rewşê şermezar bikin, duh li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê ya li Tuzlaya Stenbolê dest bi meşê kirin. Çalakiya karkeran a "Meşa Edalet, Kar û Qut" du roj e didome û karker heqê xwe dixwazin. Karkeran duh di saetên nîvro de kon jî vedan û bi sedan kesî piştgirî da karkeran û bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de piştgiriya herî mezin ji jinan hat, Şaredarê Kiriklareliyê Mehmet Seyam Kesîmoglu, Şaredarê Luleburgazê Emîn Halebak û gelek şaredarên din jî cih girtin.
 
MOLAYA YEKEMÎN LI EVRENSEKÎZÊ BÛ
 
Meşa li ber Serokatiya Şaxa Sendîkaya Krîstal-Îşê dest pê kir, di roja yekemîn de 10 kîlometreyan li pey xwe hişt. Karkeran molaya xwe ya yekemîn li navçeya Evrensekîzê da, li vir konên ku Şaredariya Luleburgazê vedabûn de bêhna xwe vedan. Pêdiviyên jiyanî jî şaredariyên navçe û bajarokan pêşwazî kirin.
 
'LI PIŞT ME GEL HEBE EM Ê BI SER KEVIN'
 
Karkeran îro saet di 11.00'an de dîsa dest bi meşê kir. Berî meşê li ser navê karkerên camê Aydin Şahîn axivî, ji gelê Luleburgazê û kesên piştgirî dane wan re spasiyên xwe kir. Şahîn diyar kir ku divê piştgiriyên ji bo wan dewam bikin û wiha got: "Heke gel pişta me be, em ê bi ser kevin." 
 
Meşa ku dê 12 rojan berdewam bike, tê gotin ku dê li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê bi dawî bibe. Karkerên bi dirûşma "Edalet, Kar û Qut" ketine rê, dê 200 kîlometreyî bimeşin