Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin

img

ÎZMÎR - Jinên Arkeolog Miray Dîrîm û Arkeolog Teberik Kubra Dîrîm ji ber di pîşeya xwe de kar bi dest nexistin, cotgeha (çiftlik) dewaran ava kirin. Arkeologên bi hevre cotgeh avakirin, qatixên cotgehê li bazara Ruyê Erdê ya Foça difiroşin. 

Jinên Arkeolog Miray Dîrîm û Arkeolog Teberik Kubra Dîrîm, ji ber di pîşeyê xwe de kar bi dest nexistin, li Gundê Bagarasi ya Foçaya Îzmirê cotgeha (çiftlik) dewaran avakirin û dest bi xwedîkirina çêlekan kirin. Arkeolog Miray Dîrîm û Teberik Kubra Dîrîm, piştî cotgeha (çiftlik) dewaran avakirin, bi marka Mîmî qatix çêdikin û li Bazara Ser Ruyê Erdê ya Foça difiroşin. Mîray û Kurba, bi hevre li cotgehê 60 çêlekên şîr xwedî dikin û qatix çê dikin. Mîray Dîrîm û Teberik Kubra Dîrim ku bi hevre zanîngeh xelas kirin, ji ber ku di pîşeya xwede kar bi dest nexistin, dest bi karê cotgehê kirin û çêlekan xwedî dikin. Miray ku ewil fêrî jiyana gund nebû, piştî demekê xwe di nava hemû karên cothehê de dît û niha hemû karê cotgehê dike. Kubra ku demekê karê arkeolojiye kir û li Rihayê xebitî, ji ber hemû kolanên wan hatin rawestandin, vegeriya Foça û li şuna bajar tercîh bike, jiyana gund hilbijart. Kubra, piştî vegeriya Foça bi Miray re dest bi karê cotgehê kirin û çêlek xwedî kirin. Miray, ani ziman ku di destpêkê de gelek zor û zahmetî kişand, lê piştî fêrî kar bû hezkirin û eleqeya wî zêdetir bû û niha bêtir bi karê xwe aram e. Miray, anî ziman ku vi kari bêtir ew fêrî gelek şert û mercê jiyane kir û perwerde kir. 
 
Miray, ani ziman ku ew şirê dewaran dikin qatix û diçin li Bazara Ser Ruyê Erdê ya Foça difiroşin. Miray, ani ziman ku ji xeynî berhemên qatixên şîr, di heman demê de çandiniya zeytûn û teamên din jî dike û li vir tirşû, zeyt, xoşav, tirşik û gelek berhemên din çêdikin û diçin li bazarê difiroşin. 
 
Miray, destnîşan kir ku hemû berhemên xwe bi marka Mîmi difiroşe û hemû berhemên wî xwezayî ye. 
 
Teberik Kubra Dîrîm jî anî ziman ku anî ziman ku hemû berhem û qatixên wan yên xwezayî û çanda herêmê ye û hewl didin kevneşopiya xwe berdewam bikin.