Ji bo 70 tl 12 saetan dixebitin'

img

ANTALYA - Li Antalyayê karkerên di şirketa pakêtkirinê de 12 saetan dixebitin, diyar kirin ku êşa stû û piştê dikişînin û wiha gotin: “Ji ber derdê debara malê, em  di karên giran û ewlekariya jiyanê tuneye de dixebitin. Em karê pakêt û barkirinê bi 70 TL dikin.” 

Li taxa Gazî ya navçeya Kepez a Antalyayê karkerên di şîrketeke pakêt û barkirina fêkiyan de dixebitin, rojê herî kêm 12 saetan li ser piyan derbas dikin. Karkerên di saetên serê sibê de dest bi kar dikin, rojê 70 TL heqdest digirin. Jin karê pakêtkirinê dikin û zilam jî bar dikin.  
 
‘KAREK ZORE LÊ KEDA MINE’
 
Meltem Çîçek a di beşa pakêtkirinê de dixebite, diyar kir ku ev 7 salin heman karî dike  û wiha axivî: “Karê pakêtkirinê zore. Ji ber ku heya êvarî em li ser piyane. Divê mirov di vî karî de bi lez be. Ji bo azadiya aboriya xwe, ez di karê bê ewle û giran de dixebitim.”
 
‘BI ŞEV PIŞTA ME DIÊŞE’
 
Alî Guneş jî, diyar  kir ku ji ber karê giran, tenduristîya wan nebaşe û wiha got: “Rojê 12 saetan ez qaseyan bar dikim. Ji ber vê yekê pişta min di êşe. Karkerên zilam hem karê barkirinê û hem jî pakêt kirinê dikin. Em tenê dikarin di navbera xarinê û çayê de rûnin.  
 
‘JI BO EM NAN BIBIN MALÊ…’
 
Ahmet Atsiz jî dest nîşan kir ku ev 5 salin di karê pakêt kirinê de dixebite û wiha axivî: “Ji bo debara malê ez neçarim di karê giran de bixebitim. Ji berku malbata min heye, 70 TL têrê nake. Lê kareke din a ez bikim tuneye. Ji ber vê vî karî dikim. Kêm jî be ez nan dibim malê. Ewlekariya min a civakî tuneye. Ji ber ku tim ser piyame û karê bar kirinê dikim pişt û navmilên min tim di êşin.”