‘Êdî hêza gel a zeytûnan bistîne tune'

img

MÊRSÎN -  Rêncberên Zeytûnên gundên girêdayî navçeya Mutê ku çandinî û firotina zeytûnan dikin, diyar kirin ku kirîna zeytûnan kêm bûye û nikarin zeytûnên xwe bifiroşin.  

Li gundên navçeya Mut a Mêrsînê, rêncberên zeytûnên li gund hilberîna zeytûnan dikin û tînin bajêr difiroşin, ji krîza aborî bi gazindin. Rêncberên zeytûnan, diyar kir ku ji ber kriza aborî karkirin kêm bûye û hêza gel a kirînê nemaye. 
 
‘KESEK LI BAZARÊ TUNE YE’
 
Erol Bayrak ê 54 salî ku ev kar ji bavê xwe fêr bûye, diyar kir ku 5 sale tê bazara zeytûnan û wiha axivî: “Zeytûnên herî bi qalîte zeytûnên Mutê ne û bi salane ji xeynî van zeytûnan tu zeytûnên din nefirotiye. Hinek cureyên zeytûnan bi demê re dihelin û qeliteya wan dikeve. Em jî zeytûnên bi qelîte yên Mutê tînin vê bazarê difiroşin. Em van zeytûnan ji gundiyan dikirin. Her sal buhayê zeytûnan fabrîqeyên mezin diyar dikin. Em ji gundiyan zeytûnan bi 5 an jî 6 TL dikirin û bi ferqeke pir hindik difiroşin. 
 
‘ÎSAL PIR XERABE’
 
Bayrak, anî ziman ku bi demê re zeytûn dihelin û wiha got: “Zeytûnên di destên min de dimînin, ez dixim makîneyê û ronê wan jê digirim. Ligel van hemû hewldanan, di piyasê de bûhayê wê miriye. Sala çûyî karê me pir baş bû, lê îsal pir xerabe. Her sal di demê zivîstanê de mirov 40-50 kîlo zeytûn dikirîn, lê îsal tenê 10 kîloyan dikirin.  Weke ku hûn jî dibînin, karê me pir xerabe û li bazarê kes tuneye.
 
‘GER WISAN BIÇE EZÊ DEST JI VÎ KARÎ BERDIM’
 
Alî Uçar jî, diyar kir ku ve 30 salin bi destên xwe ji gundên Mutê zeytûnan tîne  li bazarê difiroşe û wiha axivî: “Komkirina zeytûnan zore. Bi salane di firotina zeytûnan de em heman pirsgirêkan dijîn. Bi taybetî îsal ji ber krîza aborî firotina zeytûnan pir zehmet  bûye. Firotinên îsal pir xerabin. Aboriya hemû kesê xirabe. Hêza mirovan a kirînê nemaye. Ji ber lêçûnen zarokan û kîraya malê, mirov nikarin zeytûnan bikirin. Ez 30 sale ez vî karî dikim, rewş hemane. Lê kareke din a bikim tuneye. Ger îsal nekarim zeytûnan bifiroşim, ez ê dest ji vî karê berdim. Gava em xwisirîn, em ê tune bibin.”   
 
‘MARKETÊN MEZIN ME DIXIN ZORIYAN 
 
Necatî Parlak jî destnîşan kir ku marketên mezin û AVM wan dixin nava zoriyê.