Karker nobeda karê, qût û edaletê dewam dikin

img

TEKÎRDAG - Karkerên Şîşecamê yên ji kar hatin derxistin, ber bi Tuzlayê ve meş dabûn destpêkirin lê Waliyê Kiriklareliyê ji karkeran re astengî derxist, karkeran dest bi nobedê kir û çalakiya wan du roj e didome û kar, qût û edaletê dixwazin.

Li navçeya Luleburgazê ya Kiriklareliyê 90 karker bi hinceta "îstîhdam zêde ye" ji Fabrîqeya Camê ya Paşabahçeyê hatibûn derxistin, karkeran li Tuzlaya Stenbolê bi dirûşma "Kar, Qut û Edalet" meşek dan dest pê kirin. Lê Waliyê Kiriklareliyê bi hinceta Rewşa Awarte (OHAL) meşa karkeran qedexe kir. Li ser qedexekirina meşê, karkeran li Duryana Muratliyê ya Tekîrdagê kon veda û dest bi nobedê kir. Nobeda karkeran du roj e dewam dike, dê piştî hevdîtina îro êvarê dest bi meşê bikin.
 
Karkeran da zanîn ku dê di nava rojê de hevdîtinek di navbera rayedar karmend û berdevkên karkeran de pêk bê, dê karker li gorî naveroka hevdîtinê tevbigerin û aşkera kirin ku di meşa du rojan de berdevkên karmendan bi wan re hevdîtin pêk anîne, ev ji bo wan destkeftiyek e. Karkeran da zanîn ku ew li hember rewşeke ne diyar amadekariyên xwe kirine, lê tişta ji bo wan girîng serkeftin e û dê serkeftinê jî îro pêk bînin.
 
'ASTENGÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN'
 
Yek jî berdevkê kedkaran Aydin Şahîn da zanîn ku çalakiya wan deng veda ye, li cihê ku li ser mijareke ne diyar biaxivin, ew li ser serkeftinê diponijin û der barê qedexeya walî de jî ev tişt got: "OHAL ne tenê azadiya me, azadiya her kesan kêm dike. Meşeke ew qas masumane qedexekirin nayê pejirandin." Şaban Koçak jî diyar kir ku ew 23 sal e li Fabrîqeya Kiriklareliyê ya Paşebahçeyê dixebite, di 3'yê Cotmeha 2017'an de bi rêya telefonê karê wî fesh kirine û got ku "Em karê xwe dixwazin" û armanca wan jî ew e ew wekî 90 trakyayî vegerin karê xwe
 
'EM LI GEL HEVJÎNÊN XWE NE'
 
Hevjîn û zarokên kesên ku ji kar hatin derxistin piştgirî dan karkeran. Hevjîna karkerê bi navê Necdet Dogan Nefîse Dogan ev tişt anî ziman: "Heta karkerên ji kar hatine avêtin careke din hildin kar, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Me jî bi zarokên xwe re piştgirî da çalakiya karkeran."