OHAL û şer turîzmê jî ser û bin kir

img

ANTALYA – Li Antalyayê li gel ziyareta turîstan zêde bûye jî lê jêhatin daketiye. Esnafan got ku ji 1'ê çile heta 30’ê îlonê nêzî 3 milyon turîstên Rûs hatine bajêr lê feydek li wan nebûye. 

Li paytexta turîzmê Antalyayê li gel hejmara ziyareta turîstan zêde bûye jî lê jêhatin daketiye. Hat zanîn ku di navbera 1’ê çile û 30’ê îlona 2017’an de bi rêya hewayî 8 milyon 493 hezar û 140 rêwî hatine bajêr û ji van 3 milyon turîstên Rusî ne. Yek ji cihê herî ku turîst xwe lê dikişînin Kaleîçî ye. Esnafên Kaleîçî diyar kir feydeya turîstên hatine Antalya li wan nebûye û turîstan pereyên xwe xerç nekirin e.
 
TURÎSTÊN TÊN JÎ QEZENCÊ NADIN ESNAFAN
 
Kemal Soner ê 4 sal e li Kaleîçî ye dixebite anî ziman ku hema bêje qezanca wan îsal çênebûye û ji turîstan jî qet qezenç nekirine. Soner da zanîn ku têkiliyên Tirkiyê û Rusya tu hêvî nedaye wan û li Kaleîçî rewşa esnafan qet ne başe. 
 
'CIHÊ LÊ OHAL HEBE TURÎST TÊN GELO?’ 
 
Nurcan Îş jî destnîşan kir ku rewşa turîzma 2017’an qet ne baş derbas bû û got ku hemû hêviyên wan ne başbûna turîzmê vala derketin. Îş bal kişand ser rewşa turîzm û OHAL’ê û got: “Cihê OHAL lê hebe turîst naçin wir. Gelo OHAL çi ye? OHAL hebe dê turîst bên gelo? Turîst bi xetereya dê li Tirkiyê şerê navxweyî çêbibe nayên. Heta şer bi dawî nebe û aramî çênebe dê rewşa me jî ne baş be.” 
 
'DIKAN BÊN GIRTIN DÊ FÊM BIKIN’ 
 
Esnafên din ên Kaleîçî jî anî ziman ku rewşa aborî ya esnafan qet ne başe û serdema herî xerab dijîn. Esnafan got ku piştî hemû esnaf dikanên xwe bigirin dê micidbûna rewşê bê fêmkirin.