Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê: Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e

img

ŞIRNEX – Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê Tayfun Gorgun l ili Şirnexê li madena ku 8 karker tê de jiyana xwe ji dest dan de lêkolîn kirin wiha got: “Niha div ê weziyetê de li vir madenvaniya servekirî nayê kirin. Divê li vir madenvaniya bin erdê bê kirin. Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e.” 

Di 17’ê Cotmehê de li Ocaxa Madenê ya Jimare 1 ku bi qasî 5 kîlometreya dûrî navenda Şirnexê ye hezan pêk hatibû û 8 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Şoreşger ên Tirkiyeyê (Dev Maden-Sen) Tayfun Gorgun hat herêmê û li madenê lêkolîn kir. 
 
Gorgun, bi bîr xist ku ocaxên li qadê berê ji aliyê Kompanyayên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) ve hatine xebitandin û ji sala 1998’an ve ev ocax tabiî tu venêrînê nehatine kirin û pêşkeşî kompanyayên alîgir hatine kirin. Gorgun, diyar kir ku ji ber ocax bi awayekî rêk û pêk nayên xebitandin ji sala 1998’an ve nêzî 200 karker jiyana xwe ji dest dane, lê belê mirina van karkeran qet nebûye rojev. 
 
Gorgun got ku piştî ocax hatiye kesîdekirin ji aliyê kesên nezan ve hatiye xebitandin û wiha domand: “Ji dêvla ku şîrket madenvaniyeke rêkûpêk bikin, li vir nêzî 15 saetan gundiyan dane xebitandin. Ji ber tu venêrîn tune bûye, ev mirovên ne xwedî tecrube madenvaniyeke ku talûkeyek mezin dide der dikin. Li vir gelek karkerên bêsîgorte hene. Ev karker, ji bo debara malbata xwe bikin rîskeke mezin girtine.” Gorgunî anî ziman ku ew dixwazin ocax dewrî TKÎ’yê bên kirin, lewra kapasîteya teknîkê ya TKÎ û Wezareta Enerjiyê heye. 
 
‘NE QEDER, CINAYET E’
 
Gorgun, balê kişand ser lêkolîna ku li ocaxê hatiye kirin û got ku xebatên hatine kirin ne li gor rêgezên madenvaniyê ne. Gorgun, anî ziman ku tişta li ocaxê qewimiye ne “qeder” e, berkesê wê cinayeta karî ye û ji ber erazî têkûz bûye bûyereke hîn mezintir xwe nedaye der. Gorgun wiha got: “Li vê ocaxê piştî çend metreyan şûnde kompanvaniyeke servekirî nayê kirin. Divê bi awayekî girtî yanî galeriyi bê kirin. Li vê ocaxê pîvan hatine binpêkirin. Kompanvaniya vekirî jî çewt hatiye kirin. Piştî serbana madene tê rakirin, tişta em jê re dibêjin sekûkirin yanî diviya bi awayekî nêrdewanî bihatana kirin, da ax neşiqite. Lê belê ji ber ku ev yek nehatiye kirin, dibe ku ji nişkave zinar bikeve. Du roj berê jî li wê qadê zinar ketine. Yanî ew der cihekî talûke ye.” 
 
'HEKE EV DEWLEMENDÎ BI AWAYÎ RAST BÊ XEBITANDIN DÊ BETALÎ NEMÎNE’ 
 
Gorgun, dest nîşan kir ku sedemeke vê facîayê jî kesîdekirina ocaxan e. Gorgun got ku dewlemendiyeke ku li her derî nayê dîtin li bajarên kurdan heye, lê belê ev dewlemendî vediguhere faîca û belayê. Gorgun wiha domand: “Xwediyê van deran tune ye. Mirovên li vir terkî çarenûsa xwe hatine kirin. Halbûkî dewlemendiya li vir bi awayekî baş û dirust bê xebitandin, dê rewşa aborî ya herêmê baş bibe, wê pirsgirêka betaliyê ji holê rabibe.” 
 
Gorgun, anî ziman ku cihê hezan lê rû daye cihekî vekiriye û divê ocaxên vekirî bi awayekî sekûkirî bên çêkirin. Gorgun, got ku ji bo vê yekê jî maliyetek divê û divê ku dewlet piştevaniyê bike. Gorgun wiha domand: “Niha di vê weziyetê de li vir madenvaniya servekirî nayê kirin. Divê li vir madenvaniya bin erde bê kirin. Ji bo vê yekê jî razemeniyeke zêde lazim e. Lê belê sektora taybet vê yekê nake. Sektora taybet li kuderê madenê bibîne, hema bêje madenvaniyeke diziyê dike. Ev yek jî tê wateya îsrafkirina malê cemaweriyê û gel.” 
 
'MESELEYA QAÇAXÊ ÇÎROK E’ 
 
Gorgun, dest nîşan kir ku divê venêrîna ocaxan ji aliyê Wezareta Enerjiyê, Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî û Walîtiyê ve bê kirin, lê belê kesî venêrîna ocaxê nekiriye. Gorgun der barê îdiayên ku ocax bi awayekî qaçax hatiye xebitandin jî wiha got: “Dibêjin ocax qaçax e. Ma qaçax be wê çi bibe. Komira tê derxistin ma dûkelî dibe? Komira tê derxistin berpêşî piyaseyê tê kirin. Em dizanin ev komir ew komir e ku li welatiyên xizan tê belavkirin. Me îro jî dît çend qamyon komir hat derxistin. Û wê komir berpêşî piyaseyê bê kirin. Yanî meseleya qaçaxê çîrok e.”