Hat îxrackirin dikana etariyê vekir

img

WAN - Endamê SES'ê yê 21 salin xizmeta tenduristiyê  dike Îsmet Turgut piştî hat îxrackirin, dikana etariyê vekir û dest bi firotina giha û nebatên xwezayî kir. Turgut, diyar kir ku ji ber endamê SES'ê bû hat îxrackirin û got: "Çi dibe bila bibe ez dê têkoşîna xwe bidomînim." 

Piştî OHAL hat ilan kirin zêdeyî 100 hezar karmendên cemaweriyê hatin îxrackirin. Bi hezaran endamên SES'ê hatin îxarckirin. Yek ji endamên SES'ê yên hatin îxrackirin laborant Îsmet Turgut e. Turgut, piştî hat îxrackirin, dikana etariyê vekir û dest bi firotina nebat û gihayan kir. Turgut anî ziman ku 21 salin xizmeta tenduristiyê dike û piştî 2013'an di Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê dest bi kar kir. Turgut anî ziman ku 21 salin karmen de, lê heta niha rastî yek lêpirsînê jî nehatiye. Turgut, anî ziman ku ji ber endamê SES'e ye hatiye îxrackirin. Ez hem bi rûmet im û hem jî bi hevî me. Ez bawer dikim ku min her dem karê xwe serkeftî kiriye. Ez di aliyê wîcdanî de aram im. Sedema îxraca min negotin. Ji ber ku ez bi awayekî şênber nizanim çima hatime îxrackirin ez xemgîn im. Lê teqez ez bawer dikim ku dê rojekê hiqûq cihê xwe bibîne. Jiyan didome. Heta ku jiyan bidome dê têkoşîn jî bidome. Ez dê li vir jî têkoşina xwe berdewam bikim." 
 
EZ JI KARÊ XWE YÊ NÛ KÊFXWEŞ IM' 
 
Turgut, destnişan kir ku ji karê xwe yê vekiriye jî kêfxweş e û wiha got: "Hemû giha û nebatên ez difiroşim tev xwezayî ne. Tu zerara wan li ser mirovan çênabe. Dijberî vê yekê her nebatek dermanê xwezayî ye. Jiyan piştî karmendiyê jî berdewam dike. Heta ku em bijîm têkoşîna me jî dê berdewam bike." 
 
Turgut, anî ziman ku bi hatina zivistanê re reqabeta nebatan jî zêde bûye û wiha got: "Li dijî nexweşiyên zivistanê û sermayê herî zêde çaya giha tê firotin û çaya gihayê ji sermayê re dermana herî baş e. Bi taybetî zencefil, ixlamûr, zêde tên firotin. Li gorî me lêkolîn kir, li herêma Colemêrgê gelek giha û nebatên dewlemend hene û ji gelek nexweşiyan re derman in."